Polîsan mudaxaleyî meşa jinan a Rihayê kir
11:42
Adar
8
/ 2015
JINHA
RIHA - Polîsan li Rihayê mudaxaleyî meşa jinan a pîrozbahiya 8'ê Adarê kir.
Platforma Jinan a Bajar a Rihayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xwestin ji Parka Alî Şellî heta Qada Topçu bi meşin. Di meşê de polîsan bi hinceta pankartên der zagonî hilgirtine mudaxale kir. Jinên ku heta Qada Ataturk meşiyan piştî mudaxaleya polîsan bi silolganên "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan û "Tundî me tên nabe" bersîv da polîsan. Jinan rê li trafîkê girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya jinan a rûniştinê didome.
(zt)
