Li Pirsûsê nobet didome
12:19
JINHA
RIHA - Pêngava Azadkirina Kobanê li hemû eniyan bi berxwedana dîrokî didome û li ser xeta sînorê Pirsûsê jî nobeta berxwedanê di roja 175'an de bi hemû hêza xwe didome.
Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li seranserê Kobanê Pêngava Azadkirinê daye destpêkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya pêngava azadkirinê de li eniya rojhilat gihîştin Cereblûsê û li eniya rojava jî gihîştin gundên Axbaş û Xanê yên Girê Spî. Pêngava azadkirinê di roja 175'an de didome. Berxwedana nobetê ya ji bo piştgiriya berxwedanê li Pirsûsê hatiye destpêkirin bi avakirina zincîra mirovan berxwedan silav kirin. Bi sedan welatiyên li gundên Miseynter û Elîzerê hatin cem hev silav ji berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê re şandin. Welatiyên destên hev girtin berê xwe dan Kobanê û bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê/Şengalê","Bijî YPG/YPJ'ê","Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" di roja 175'an de silav ji berxwedêran re şandin.
(zt)

