Ustundag: Divê tirk wekî ‘Dewleta Tirk Çiye’ li Girtîgeha Amedê binhêrin

09:56

Hulya ADIYAMAN - JINHA


STENBOL – Alk. Doç. Dr. Nazan Ustundag a di nava heyeta ku rapora lêkolînên têkildarî Girtîgeha Amedê ya Leşkerî de amadekiriye de ye, got ku “Çewa ku Wargeha Naziyan û nijadperestiya Efrîqeya Başûr li her derê cîhanê tê zanîn, pêwîst e ku Girtîgeha Amedê ya Leşkerî jî, li her derê bê zanîn. Divê tirk wekî ‘Dewleta Tirk Çiye’ li Girtîgeha Amedê bikin. Lê kurd jî lazim e wekî  ‘Tevgera kurd exlaqekî çewa afirandiye’ binhêrin. Lazim e kurd vê exleqê baş bidomînin. Lazim e van tiştan ji nifşên nû re jî ragihînin. Pêwîst e neyê jibîrkirin.”


Komîsyona Edalet û Lêkolînê ya Rastiya Girtîgeha Amedê ya Leşkerî, piştî xebata 3 salan, raporek amade kiribû. Hîndekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê Alk. Doç. Dr. Nazan Ustundag jî di nava heyata ku ev rapor amade kiriye de bû. Ustundag nêrînên xwe yên derbarê raporê û Girtîgeha Amedê de, bi me re parve kir.


‘Tiştên li wir hatine jiyîn wekî mirinek e’


We li sedan qeydên kamera û şahidiyên kesên di Girtîgeha Amedê de mane guhdar kir. Gelo we çi hîs kir?


Bi giştî ez bêjim ev berpisyariyek gelek mezin e. Ji guhdarkirina me ya zêdetir, tiştê girîng, vegotinên wan bûn. Berpisyariya mezin ev e. Hûn ji wan pirsa “Çi hat serê we” dipirsin. Di rastiya xwe de tiştên ku hatine serê wan, wekî mirinek e. Çiqas xwestibin jî, nemirine. Hinek ji wan mirine. Yên mayî jî, şahidiya mirinê kirine. Dema wan rewşê vedigot, nikaribûn biaxivin. Her tim digotin “Ez nizanim çewa bidim zanîn.” Hewl didin mirina xwe vebêjin. Hûn jî vêya bi wan didin gotin. Ev tiştek gelek zehmet bû û berpisyariyek mezin bû.


Piştî we şahidî û serpêhatiyên wan guhdar kir, tiştê ku herî zêde we êşand çi bû?


Bi taybetî îşkenceyên cinsî ez gelek aciz kirim. Lêdanek biçûk jî, tiştekî gelek ne xweş e. Lê em li vir behsa tiştên gelek nexweş dikin. Guhdarkirin jî, mirov gelek aciz dike. Wekî serobino bûna hiyerarşiyekê ye. Kesên ciwan li pişta kesên kal dikir. Zext didan ser wan ku zarok destdirêjiyê li bavê xwe bikin. Cop di wan re dikirin û ew cop bi hemû qawişê didan alistin. Bend li mêraniya wan girêdidan û ew wisa digerandin. Hin hiyarşiyên çandî wiha serobino dikirin. Ev ji lêdanê girantir e.


‘Girtîgeha Amedê di têkoşîna kurdan de mîladek e’


Li gor we ji bilî îşkencexaneyê çi wateya Girtîgeha Amedê ya Leşkerî heye?


Girtîgeha Amedê bi esehî mîlad e ke. Têkoşîna kurdan a li hember desthilatdariyê gelek demdirêj e.Lê Girtîgeha Amedêmîladek wisa ye ku gelek gunehên orjînal yên dewletan hene. Komkujiya Ermeniya gunehek wiha ye. Girtîgeha Amedê jî yek ji gunehên dewletê yên wekî Roboskî, Pozanti û operasyonên ku di sala 1012’an de rû dan e. Piştî tiştên ku di Girtîgeha Amedê de hatine jiyîn, gelê kurd êdî tu car bê hesab bi Dewleta Tirk re rûnanî. Girtîgeha Amedê ne pergaleke cezakirinê ye. Li her derê cîhanê hene. Kesek sûcekî dike, dewlet jî li hemberî vê îşkenceyê lê dike. Ev tiştekî derhiqûqî ye. Cihê vê di hiqûqa dewletên modern de tuneye. Lê tişta ku li vir hatiye jiyîn, ji bilî binpêkirina hiqûqa modern; binpêkirina kevneşopî û nirxên mirovahiyê ye. Jin, mêr, kal û zarokan bê pirs û pirsyar digirin. Ji parlamenteran bigre heta axayên tevkariya dewletê kirine, hemû tên îşkencekirin. Li hember gel, suc tê kirin. Ya duyem, tiştên ku Dewleta Tirk pênase dikin, wekî al, sirûd, posterên Ataturk çi bêjî, wekî amûrê îşkenceyê hatiye bikaranîn. Êdî bi tu awayî nikare li ser van tiştan têkilî ji nû ve were avakirin. Hemû pîsî û libateke mirovan li hemberî wan wekî amûrê îşkenceyê hat bikaranîn. Piştî van tiştan, ev yek êdî şerekî ontolojîk e. Ne tenê ji bo fêmkirina têkiliya tirk û kurdan, ji bo fêmkirina cîhana modern jî Girtîgeha Amedê gelek girîng e. Çewa ku Wargehên Naziyan, tiştên hatine serê cihuyan, nijadperestiya Efrîqeya Başûr li her derê cîhanê tê zanîn, pêwîst e Girtîgeha Amedê jî bê zanîn.


‘Wan piştî mirinê jiyan ava kir’


Piştî Girtîgeha Amedê çi li holê ma? Bi gotinek din li gor we Girtîgeha Amedê tesîrek çewa li ser kurdan û tevgera kurdan kir?


Lazime girtîgeh wekî tiştê tune dike neyê fêmkirin. Wekî mînak hinek dimirin, hinek jî şahidiyê li mirinê dikin. Şahidiya ku wê demê hatiye kirin, di Girtîgeha Amedê de piştî mirinê jiyanek nû ava kir. Hinek qodkirinên exleqî hatine diyarkirin. Hinek kesên kal li cihê ciwanan destên xwe cara duyem nîşan didin ku bi copan lê bidin. Exlaqekî cidî pêk hatiye. Vê exlaqê hêzeke gelek mezin da têkoşîna kurdan. Û ez nafikirim ku tenê fêmkirina Girtîgeha Amedê ji bo tirkan gelek girîng e. Li gor min, divê kurd jî tu carê Girtîgeha Amedê ji bîr nekin. Bi vî şiklî wê baştir bizanin Dewleta Tirk dewletekî çewaye. Divê tirk jî wekî ‘Dewleta Tirk Çiye’ li Girtîgeha Amedê binhêrin. Kurd jî divê wekî “Tevgera kurd exlaqek çewa afirandiye” li mijarê binhêrin. Dîsa pêwîst e gelê kurd vê exlaqê biparêze û ji nifşên nû re jî ragihîne.


‘Ji bo fêmkirina Girtîgeha Amedê ne bi me re, herin bi hevserên me re biaxivin’


Di Girtîgeha Amedê de jin jî hebûn. Tu tesîra van jinan li ser têkoşîna kurdan çêbû gelo? Çewa çêbû?


Jin, parçeyekî têkoşîna kurdan ya esas e. Ji bo fêmkirina têkoşîna jinên di Girtîgeha Amedê de, ne hewce ye ku hûn li rewşa jinên di girtîgehê de mane binhêrin. Zilamek ku em pê re axivîn, gotibû “Ger hûn dixwazin Girtîgeha Amedê fêm bikin, ne bi me re, herin bi hevserên me re biaxivin. Lewra, tiştê herî nexweş li cem hevsera xwe lêdan xwarin nîne. Tiştê nexweş, ji bo li we bixin, her tim ew jop li hewa bû. Û ji bo hevserên me ew cop her tim li hewa bû.” Jinên li derve, bi taybetî jî dayîkan, ji bo civakê têkoşînek gelek mezin dan. Şehîdbûyîn, şêwazekî têkoşîndayînê ye. Lê domandina jiyanê û têkoşîna ji bo domandina jiyana rojane jî, têkoşînek gelek mezin e. Ger me mîrateyê şehîdan wergirtibe. Bi heman şiklî me mîrateyê wan jî wergirtiye. Loma divê têkoşîna jinan baş bê fêmkirin.


‘Hesasiyetên kurdan bi saya polîtîkayên dewletê rû dane’


Girtîgeha Amedê tesîrek çewa li ser civaka kurd kiriye?


Yek, hişmendiya dewletê, ya din meseleya kurdbûnê ye. Tiştên ku ji aliyê kurdan ve tên bilêvkirin, ên wekî ziman û exlakê, têkiliyek bi tiştên li girtîgehê hatine jiyîn heye. Hesasiyetên kurdan piştî destdirêjiya li hemberî ziman û pêkutiyên li ser ziman, bi saya polîtîkayên dewletê rû dane. Dibêjin hesasiyetên tirkan hene. Al û tiştên din. Kurd jî xwedî hin hesasiyetan in. Ev hesasiyet jî piştî pêkutiyên hovane yên di girtîgehê de rû dane. Ji ber ku tiştên ku di girtigehê de hatine jiyîn ji civaka tirk hatine veşartin. Civaka tirk, kurdan fêm nekir.  


Gelo çima ziman ji bo kurdan ev qas girîng e?


Vî zimanî di girtîgehê de şerê hebûnê daye. Li hemberî hemû tiştî, hebûna xwe parastiye. Di serhildana mezin a di 1984’an de, mirovan bi kurdî sloganên “Em dê îşkencê têk bibin” berz dikirin. Kesên ku vê vedibêjin, tînin ziman ku wisa kêfxweş bûne ku her wekî ji nûve ji dayîk bûne. Ji bo ku tirk bixwazin kurdan fêm bikin, pêwîst e girtîgeha Amedê gelek baş fêm bikin.


‘Rapora me li Tirkiyeyê yekemîn e!’


Hûn dikarin derbarê roporê de hin agahiyan bidin?


Me rapora xwe da dozgeriyê. Ket nava dosyaya delîlan. Me xebatek gelek bi înter disîplîn meşand. Prof. Turgut Tarhanlî, Fîkret Îlgîz, Ozan Erozden, Celalettîn Can, Nîmet Tanrikulu, Şebnem Korur Fîncanci, Murat Peker, Mustafa Sutlaç û ez. Me bi hev re amade kir. Em hemû hîndekarên ku xwedî pîşeyên cuda ne. Ev roj ji bo min gelek bi hêcan bû. Me rapor amade kir û radest kir. Ev rapor li Tirkiyê yekemîn e. Ev hemû wê bibin delîl. Wê di dadgehê de werin bikaranîn.


Nazan Ustundag kiye?


Alk. Doç. Dr. Nazan Ustundag di sala 1994’an de ji Zanîngeha Bogazîçî mezûn bû. Di sala 1998’an de li Zanîngeha Îndîanayê doktora qedand. Niha li Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bogazîçî hîndekariyê dike. Ustundag, zêdetirê eleqe nîşanî mijarên wekî teoriyên modernîzmê, metodên vegotinê  û etnografyaya dewletê dide. Herî dawî bi komek hîndekaran re, rapora lêkolînên têkildarî Girtîgeha Amedê ya Leşkerî amade kir.


Wêne û Kamera: Hulya ADIYAMAN


(ha/gk/hp/lk/ho)