Jinên xwestin beşdarî 8’ê Adarê bibin rastî şideta jinên polîs hatin

12:47

 


JINHA


AMED – Dema ku jinên Meclisa Taxa Fatihiyê ya Rezan ya Amedê ji bo beşdarî mitînga li Qada Îstasyonê bibin meşiyan ji aliyê Emniyeta Murduriyeta polîsan ve hatin asteng kirin. Jinan filarên xwe yên kesk, sor û zer bi zorê ji destê polîsan derxistin bertek nîşan dan û gotin: “Heta li hember rengan jî tehmûla we nîne. Ji bo em mafê xwe ji wer bigirin li qadanin.”


Dema ku jinên Meclisa Taxa Fatihiyê ya Rezan ya Amedê ji bo beşdarî mitînga li Qada Îstasyonê bibin meşiyan ji aliyê Emniyeta Murduriyeta polîsan ve hatin asteng kirin. Dema ku nêzî 50 jinan ber Emniyeta Muduriyeta Rezan re derbasdibûn rastî astengiya polîdan hatin. Dema ku polîsan bi hinceta propagandayê xwestin filarên kesk, sor û zer ji serê jinan bigirin, jinan bertek nîşan dan, lê polîsan jin darb kirin. Din ava gengeşeyê de polîsan jinek li erdê dirêj kir û bi zorê filara serê wê jê girt. Dema ku jina bertek nîşan dan rastî şideta polîsan hatin.


‘Em ji bo jinên polîs yên me darb kirin li qadanin’


Mekiye Ozgun ya ku polîsan bi şidetê filara wê ji serî kir û li gel di pişta wê de dîsk heye jî ew darbkir got: “Îro roja meye. Emê ji qirkirinên jinan û şer re bêjin na. Tehmûla polîsan li hember sê rengan nîne, ez li erdê dirêj kirim û bi zorê filara min ji serê min derxistin. Ez neketim, ez çum malê min yeke dinê girt û cardin hatim. Dibêjin pêvajoya çaresriyê lê li hemberî rengan tehmula wan nîne. Emê li qadan mafê wê jina şidet bi kar aniyî jî biparêzin.”


‘Li gel her tiştî emê li qadan bin’


Ji jinên hatin darbkirin Fikriye Tanrikulu jî bertek nîşanî bêtehmuliya polîsan ya li hember rengan da û got: “Îro roja meye, em ji qetilkirina zarokên xwe re bêjin bese. Weke dayîk rakirina rengan mafê mey ê herî xwezayiye. Em aştiyê dixwazin lê tehmûla dewletê li hember rengên me jî nîne. Emê li gel her tiştî jî ji bo aştî û azadiya jinan biqêrin.”


Li aliyê dinê jî li Qada Îstasyonê min kom dibin.


 (zt)