Koçerin Amed: Di pêvajoya dîrokî de meşa dîrokî

12:56

 


Ozgur Serhad - Devrim Amed /JINHA


BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerin Amed, diyar kir ku Meşa Jinên Cîhanê ku di pêvajoyek dîrokî de pêş dikeve encama berxwedana dirokî ya li Kurdistanê ye. Koçerin roja jinên ku ji bo jiyana azad û civakek azad dest dane hev bi ruhekî şoreşgerî silav kir.


Meşa Jinên Cîhanê ku bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji Nisêbînê ber bi Pirsûsê ve pêk bê, baldarî û eleqeya hemû jinên ku birçîyên azadiyê ne dikişîne ser xwe. Meşa ku bibe hevî û dengê jinên azadîxwaz, mozaîka jinan ava dike. Jinên kurd yekem car malovaniya jinên cîhanê dike û meşa jinên cîhanê hembêz dike. Jinên kurd dê ceribînên Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê dê bi hemû jinên cîhanê de bide naskirin. Têkildarî meşa jinan Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerin Amed, li ser wate û girîngiya meşê axivî. Koçerîn, destnîşan kir ku di dem û pêvajoya ku ew têre derbas dibin de rêxistinbûn û yekitiya jinan pir girîng e û wiha got: "Ji ber ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe." 


‘Avakirina Platforma Azadiya Jinê pir girîng e'


Koçerîn Amed, destnîşan kir ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de mimarê roja jinan Roza Luxemburg, Clara Zetkin û sembola berxwedana jinên kurd Sara û Arîn Mîrxanan bi hurmetî bibîr tîne. Koçerîn, da zanîn ku Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê kedek mezin daye û wiha axivî: "Hemû jinên têkoşîna azadiyê dide hatin cem hev û Platforma Jinên Azad ava kirin. Ev pir girîng û watedar e. Ez jinên YPJ'ê yên niha di kozikan de cih digirin û ewlehiya Şoreşa Rojava diparêzin silav dikim. Ez endamên YPJ û YJA-Starê ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di kozikan de derbas dike silav dikim. Rêhevalên me yên jin tekoşîna jiyankirina Netewbûna Demokratîk di asta herî jor de didin. Divê tenê wekî roja jinê neyê pîrozkirin. Divê ji bo têkoşîna azadiya jinê xebatek çalak bê meşandin."


‘Di şexsê jina Kurd de têkoşîn derket lûtkeyê'


Koçerin, bal kişand ser şerê li Kurdistanê jî berdewam dike û wiha got: "Îro li Kurdistanê di şexsê jinê de têkoşînek mezin tê meşandin. Ev têkoşîn li dijî faşîzm, emperyalizm, newet-dewlet û hişmendiya zilamê serdest e. Îro jin mohra xwe li dîrokê dixin. Jin dîrokê bi tîpên zêrîn dinivîsin. Bi taybet li Kobanê Arîn Mîrxanan ev têkoşîn derxist asta herî jor. Jinan di Neteweya Demokratîk û Jiyana Azad de rola herî sereke lîstin. Jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe bala hemû jinên cîhanê kişand ser xwe. Jinên kurd xwe bi rêxistin kirin û parastina xwe ava kirin. Jinên kurd bi vê hêza xwe hem li hemberî êrişa zilamê serdest û hem jî parastina gel pêş xist. Vê berxwedan û hêza jinan li Kobanê xwe nîşan da." 


'Di pêvajoya dîrokî de meşa dîrokî'


Koçerîn, bilêv kir ku jin di pêvajoya dîrokî de meşek dirokî pêk tînin û wiha axivî: "Têkoşîna li Kurdistanê peş ket, pêvajoyek dîrokî pêş xist. Ev Meşa Jinên Cîhanê di vê pêvajoya dîrokî de pêş dikeve. Meşa dîrokî di pêvajoya dîrokî de pêş dikeve. Li her qada jiyanê û her derê tekoşîna me didome. Jina kurd vê yekê wekî peyvirek dirokî digire dest. Jin dê li hemberi hemû êrîşan mekanîzmaya parastina rewa pêş bixe. Ji ber ku azadiya jinê dê bi parastina rewa pêş bikeve. Ji ber ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Mînaka şênber ya vê yekê jî Şoreşa Kurdistanê di dil û meşiyê hemû jinan de nexşeya azadiyê xêz kiriye. Ji bo jiyana azad û civaka azad ez bi ruhê şoreşgerî roja hemû jinên ku ji bo azadiyê dest dane hev û daketine qadan silav dikim."


(mae)