Li ber Surên Amedê yên dîrokî çanda xwişkan giha hev (1)
13:25
JINHA
AMED – DKY’ê li ber Surên Amedê yên dîrokî pankartên bi sernivîsên merşên şoreşan yên bi gelek zimanan hildan, bi cil û bergên jinên Amedê ber bi Qada Îstasyonê ve meşiyan. Bi hezaran jinên beşdarî mitîngê bûn her yek ji yên dinê rengîntir bû, dema gihiştin qadê mitîngê despê kir.
4’emîn Meşa Jinên Cîhanê ya ku îsal starta wê li Nisêbînê hat dayîn sekna wan ya duyemîn jî Amed bû. Di saetên serê sibê de li Qada Deriyê Çiyê li hev civiyan, pankartên bi sernivîsên zimanên gelên hatî perçiqandin hatin nivîsîn û jinan li derdorê bi zimanên cuda sîrodên şoreşê gotin. Jinan pankartên bi sernivîsên weke “Em ne di şînê denin, di serhldanê denin”, “Lucha siesta non si arresta”, “Women live freedom”, “El merat el hurriyat”, “8 mars our great day”, “Arinlerin ruhuyla Kader’imiz direniştir” û “Jin dimeşe erd û esman diheje” bi Surên Amedê yên dîrokî ve hatin hilawistin. Jinên ji çar aliyê cîhanê bi rengên xwe yên cuda hatin bi hev re govend gerandin. Jinên kurd jî di serî de ji Botan, Serhet, Dêrsim, Amed ji seranserê Başur, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hatin li qadê mêvanên xwe pêşewazî kirin. Jinên ji bo DKY’ê hatî her yekê cil û bergên welatê xwe yên netewî li xwe kirine.
Jin her karî dike
Paşê jî jin ber bi cihê mitîngê Qada Îstasyonê ve ketin meşê. Di meşê de li gel bi hezaran jinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek, parlementerên jin ên HDP'ê, Dayîkên Aştiyê û nûnerên jin ên saziyên jina û endamên KJA yê jî beşdarî meşê bûn. Jin bi dehol û zurneyan ketin meşê balkêşbû jinan di meşê de mêr nedigirtin nava xwe.
Mêr negirtin qada mitîngê
Tenê mêran li derdora meşê bi nîşana serkeftinê alîkarî dan jinên di destê wan de alayên KJA, flama, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sakîne, Leyla û Fîdan heyî dimeşiyan. Ji her kolanê jin beşdarî meşê dibûn. Heya ber bi qada mitîngê ve tevlîbûn bû bi hezaran, jin weke deriyayê ber bi Qada Îstasyonê ve herikîn û li qadê meş bi dawî bû. Mitîngê bi beşdariya hezaran jinan despêkir.
(zt)

