Li Rihayê bi înata polîsan 8’ê Adarê
13:52
JINHA
RIHA – Jinên Rihayê ligel êrîşa polîsan jî bi çalakiya xwe benda polîsan ji holê rakirin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê mîtîngê pîroz kirin.
Li Rihayê bi pêşengiya Platforma Jinan a Bajarê Rihayê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Parka Alî Şellî kom bûn û dest bi meşê kirin. Polîsan bi hinceta pankarta derzagonî hatiye rakirin êrîşî meşa jinan kir û 2 jê zarok 3 kes binçav kirin. Ji bo şermezarkirina helwesta polîsan bi sedan jin li Duryana Ataturkê kom bûn î herdu aliyên rê ji trafîkê re girtin. Jina li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Pişti çalakiya rûniştinê jinan bendên polîsan ji holê rakirin û ber bi qada Topçu ya ku mîtîn lê were lidarxistin meşiyan.
Jinan bi pankarta "Jin jiyan azadî", "Ji bo bedena xwe, keda xwe û azadiya xwe em bi ruhê Kobanê li qadan e" hilgirtin. Jinan cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn û bi erbaneyan ji bo Rêberê PKK'ê, PKK û YPJ'ê dirûşm berz kirin. Gelek welatî li ser riya ku jin têde derbas bûn bi lêdana çepikan piştgirî dan jinan. Li ser navê jinan Hazal Kaçan daxuyanî xwend. Piştî daxuyaniyê jinan li ber stranan govend gerandin.
(zt)

