Li Endonezya û Pakistanê kedkarên karê malê 8 'ê Adarê li qadan in
14:03
JINHA
JAKARTA/KARACHİ - Li Paytexta Endonezya Jakarta jinên karkerê karê malê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de daketin qadan û qanûna k u di derbarê wan ya hê li meclîsê derbas nebûye şermezar kirin. Li bajarê Karachiya Pakistan jî jinên karkerên karên malê ji bo mafê wan ê zagonî bê naskirin mîtîng li darxistin.
Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de bi hezaran jinên karkerên karê malê li Jakarta çalakî lidarxistin.Jinên karkerên malê pêşnumeya di sala 2011 an heta niha li ji meclîsa Endonezya derbas nebûye şermezar kirin.
Jinên Pakîstanî : Em jî karkerê ,mafê me jî heye
jinên karkerên malê bi armanca mafên xwe yên bigehîn bixwazin li bajarê Karachî ya Pakîstanê li hev kombûn.Malbatê 258 karkerên di sala 2013'an de di Fabrîkaya Balîda de jiyane xwe ji dest dan jî tevlî mîtîngê bûn.
Zewaca zarokan hat qedexekirin lê belê…
Li Pakîstan bêrî 8 'ê Adarê qanûna qedexekirina zewaca zarokan derket.Jinan , derxistina qanûnê erênî dîtîn lê pêkneanîna dewletê rexne kirin.
(ks/zt)

