Tundiya Îsraîlê ya ser jinên Filistîniyên bi boneya 8’ê Adarê meşiyan sînor

14:12

 


JINHA


RAMALLAH -  Jinên xwestin berbi kampa penaberan Qalandia ya li bajarê Ramallah'a Filîstîn bimeşin rastî êrîşa leşkerên Îsraîl hatin.10 jinên  brîndar bûn rakirin nexweşxanê. Jinên Yahûdî û Filîstînî yên aliyê sinorê din jî bi drûşma 'Ji wekheviyê erê ,ji nijadperestiyê re na' meşa piştgiriyê lidarxistin.


Li hember Îsraîl Filîstîniyan mahkumî  sinora dike, jinan bi munasebeta 8'ê adarê Roja jinên Kedkarên Cîhanê  li kampa penaberan  Qalandia ya bajarê Ramallah  li hev kombûn û berbi sînorê Kudusê ve meş li darxistin.Leşkerên Îsraîl  bi Bombeyên deng û gazan êrîşî jinên filîstînî kirin.Di mudaxaleyan de gelek jin birîndar bûn 10 jinên bi garanî birîndar bûn jî rakirin  nexweşxaneyê.


'Li aliyê sînorê din jî jin meşiyan'


Di heman demê de li aliyê diwarê din li Kudusê jî jinên Yahudî û jinên Filîstînî  bi pankartên  'Ji wekheviyê erê ,ji nijadperestiyê re na' meş lidarxistin.Jinan bi druşman hewl dan ku dengê xwe bigêjînin jinên li Qampa penabaran ya Qalandia .Leşkerên pêşiya jinan girtin nehiştin jin bimeşin.


Fida Tabuniya tevlî meşê bûwiha axivî, "Heta em dagirkeriya vir bidest nexin em nikarin mafê jinan biaxivin.Em jinên girtî yên filîstînî negrin dest Roja Jinên Cihanê  nayê axaftin.Ji bo civaka desthildar a mêr di heman demê de civka mîlîtarîst e."


(ks/zt)