Aysel Tugluk: Jin dê azadî û demokrasiyê bînin

14:28

 


JINHA


COLEMÊRG - Li Colemêrgê mîtîna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) pêk hat. Di mîtîngê de Parlementera HDP'ê ya Wanê Aysel Tugluk, diyar kir ku jin de azadi û demokrasiyê li ser ruyê cîhanê belav bikin. Tugluk, bang li hemû jinan kir û xwest ji bo azadî û demokrasiyê bêtir têbikoşin. Mîtîng bi govendê bi dawî bû.


Kongreya Jinên Azad (KJA), li Colemêrgê mîtîna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi silogana "Em bi berxwedana Jinên Kobanê xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" bi coşek mezin pêk anî. Bi hezaran jinên li ber avahiya DBP'ê kom bûn, bi tevlêbûna Parlementera HDP'ê ya Wanê Aysel Tugluk, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatipoglu, hevserokên jin ên DBP û HDP'ê û endamên saziyên sivîl ên civakî meşiyan qada mîtîngê. Qad bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên jinên şoreşger ku jiyana xwe ji dest dane, KJA, YPJ'ê hat xemilandin. Li qadê pankarta "Em xwe bi jinên  ku li Kobanê birêxistin bûn bikin yek û jiyanê azad bikin" hatibû nivîsandin hat daliqandin. Bi hezaran jin serê sibê bi cilên gelêrî, kiras û fîstanên xwe herikin qadê. Bi sedan jin jî li ber avahiya nexweşxaneyê kom bûn û ketin qadê. Jinên ku bi dirûşmên "Bijî serok Apo", " Bê serok jiyan nabe" û "Ji ber cihanek tundî lê tune ye em li ber xwe didin" beriya bikevin qadê govend gerandin, ketin qadê pankartê ku li ser "Em jin li hemberî şer û şiddetê dimeşin"  dinivîse û dovîz, rengên kesk, sor û zer vekirin. Di meşê de alên KCK, PKK, KJA û YPJ'ê jî hatin vekirin. 


Di mîtînê de ewil Hevşaredara Colemêrgê Dilek Hatipoglu axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Dîlek, da zanîn ku jinan bi ked û têkoşîna xwe ev roj afirandiye û bi hêz û rêxistinbûnek xurt di qatên herî pêş ên têkoşînê de cih digirin. Dilek, destnîşan kir ku şerê li Kobanê çend meh berê dest pê kir, bi serkeftinê bi dawî bû heri zêde jinan bandor li serkeftinê kir. Dilek, bal kişand ser daxuyaniya hevpar a HDP û AKP'ê û xwest êdî hikûmet pêdiviyên 10 xalên çareseriyê pêk bîne. Dilek, xwest li hemberî vê hewldana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gavên şênber bavêje. Dilek heri dawî tekoşîna jinê bi silogana Jina Azad, Rêberê Azad û Kurdistana Azad silav kir.


'Em jin dê jiyana azad ava bikin'


Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Navendî Zeynep Besî Dayan jî anî ziman ku jin dîsa di 8'ê Adarê de ji bo azadiyê li qadan in û wiha got: "Rêber Apo diroka jinê daye destpêkirin. Zeynep, bal kişand ser gotina "Heta jin azad nebe civak jî azad nabe" û silavên xwe ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şand. Zeynep, anî ziman ku jin jiyan e û azadiya jinê di destê jinê deye û wiha got: "Em silavên xwe ji jinên YPJ'ê ku li Kobanê serkeftin bi dest xistin re dişînin. Jin li cîhanê rastî hemû cureyên tundiyê tên. Em tu curyên tundiyê qebûl nakin.


‘Jin dê azadî û demokrasiye bînin'


Herî dawî Parlamentera HDP'ê ya Wanê Aysel Tugluk jî axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Aysel, anî ziman ku li Şengal û Kobanê têkoşînek mezin hat dayîn  û wiha got: "Şoreşa Kobanê jî şoreşa jinan e. Di vê şoreşê de jin di nav serhildan û têkoşînek bêhempa de bûn. Têkoşina YPJ'ê jî diyar kir ku heke di nav têkoşînek de jin nebin dê ew têkoşîn bi ser nekeve. Jin hebe aştî û serkeftin jî heye.  Serkeftina Kobanê serkeftinek têkoşîna jinan e."


'Desthilatdariya AKP'ê desthilatdariyek  li hember jinan e'


Aysel, bi lêv kir ku polîtîqayên AKP'ê tenê jinan wek amûrek ku zarokek dinê dibîne û wiha pê de çû: "AKP bi polîtîqayên xwe sînora jiyana jinan nîşan dide. Her roj jin tên qetilkirin. Ev desthilatdarî jî desthilatdariyek li hember jinan e. Hêjmara jinên ku di dema AKP'ê de hatin kuştin ne tesaduf e.  Ev desthilatdar pêşî li van vedike û polîtîqayên şîddetî tîne. Em ji vir bang li AKP'ê dikin, AKP nikare bi polîtîqayên xwe sînorên jiyana jinan xêz bike. Em ê li hember vê şîddetê her tim tê bikoşin û her rojê bikin roja 8'ê Adarê." 


Aysel, diyar kir ku li hember şîddeta zilaman divê jin parastina cewherî bi pêş bixin û wiha axivî: "Divê em bi têkoşîna xwe di dora tevgera xwe de bibin xelek. Em xwedî têkoşînek bê hempa ne. Di peyama serokatiyê me de "Bi zilaman bawer nebin, li xwe bawer bibin" tê gotin. Di serî rêber Apo û kesên ku li vê têkoşînê berdêl dane slav dikin. Em ê bi riya serokê xwe di riya azadiyê de bimeşin." Tugluk da zanîn ku dê demokrasî û aştî bi jinan bê û li ser pêvajoya çareseriyê de ev tişt anîn ziman: "Me ji bo serkeftina pêvajoyê gelek ked da. Di giracva Îmraliyê de birêz Ocalan jî ji bo aştiyê têdikoşe.  Li hember vê têkoşîne bersiv nayê dayîn. Heke niyeta AKP'ê bi aştiyê hebe divê gavan biavêje. Heke AKP gavan neavêje dê kurd dîsa bi ser bikevin. 


Divê jin zêdetir rol û rista xwe bi cih bînin 


 Di mîtîngê de helbesta Ocalan a bi navê "Jina Evînê" jî hat xwendin. Bi hezaran jin bi rengên cur bi cur bi saetan li ber stranên hunermendên jin ên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran goveng gerandin û mîtîng bi dawî bû.


(mae)