Li Şirnexê pîrozbahiya 8’ê Adarê ya bi kelecan
14:43
JINHA
ŞIRNEX- Li Şirnexê pîrozbahiya 8’ê Adarê bi beşdariyek mezin ya jinan û bi kelecanek mezin despêkir. Hevşaredara Şirnexê Eylem Onuk di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku ew wek Arinan fedayi, wek Sakîneyan bi bawerî, wek Leylayan bi hiskirin, weke Fidanan ji dil bin û bi vî awayî têkeşîn bikin û peşeroja xwe avabikin.
Li Şırnexê bi pêşengtiya KJA’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat pîroz kirin. Pîrozbahiya ku li Qada Aşîtiyê pêk hat de alên KJA’yê, posterê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û posterên jinên takoşîner Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan, Leyla Şaylemez,Arîn Mîrxan, Viyan Soran, Berîtan û Zîlan hatin dalaqandin. Îi qadê her wiha pankartê “ 8’ê Adarê ji bo jinên Kurd, bi rihê Sema ber bi serhildêriya Berîvanan ve têkoşîna 8’ê Adarê pîroz be” hate vekirin. Jinên Şırnexê ku qadê bi rengê xweyê herêmî xemilandin bênavber sloganên “Jin jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana YPJ’ê” ,” biji berxwedana Kobanê” avêtin. Jinên ciwan jî bi cilên xweyî leşkerî tevlî pîrozbahiyê bûn û govend gerandin.
Hevşaredara Şirnexê Eylem Onuk, Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Zozan Anik, Hevseroka HDP’ê Asmîn Kiraç û bi deh hezaran jin tevlî pîrozbahiyê bûn. Di despêka pîrozbahiyê de Polîsê ku xwestin poster û pankartê li qadê daliqandî bînin xwarê rastî nerazîbuna jinan hatin, jinan li hember vê yekê bertek nîşanda û nehiştin polîs mudeheleyî qadê bikin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê bername despêkir. Koma govendê ya Vîyan soran derket se dikê û govendên herêma Botanê girt. Jinên qadê jî bi coşek mezin govend gerandin…
‘Dengê Arîn dengê azadiyê ye ‘
Axaftina despêkê Hevseroka DBP’ê Zozan Anik kir. Zozan di despêkê de gel silav kir û diyar kir ku ew bi hêsanî nehatine van rojan û wiha got: “Jin li hember zihnîyeta dagirker caran bûn Roza, carnan bûn Sara û tif kirin cavên neyarên xwe.”
‘Emê wek Sakîneyan bi bawerîbin’
Hevşaredara Şirnexê Eylem Onuk jî balkişand ser şideta ser jinan û diyar kir ku şideta li ser jinê her ku diçe zêde dibe û wiha dewam kir:”Eger jin birêxistin nebin û parastina xwepêk neynin dê her tim werin qetilkirin.” Eylem desnişan kir ku qetilkirinên jinan bîrdozî û polîtikîn û bersiva herî muhim tekoşina jinan a mil bi mile. Eylem çalakiya Arin Mirxan a fedayîyane pek anîbû bi bîr xist û wiha got:” Çalakiya Arîn Mirxan çalakiya li hember zordestî û koletiyê ye, dengê laşê Arîn dengê azadiyê ye” Eylem wiha dawî li axaftina xwe anî:” Em wek qedaran sînorê mejiyan hilweşinin, wek Sakîneyan bi bawerî bin, wek Leylayan bi hiskirin bin, ji dil bin weke Fidanan, weke rihê fedakar ê Arin bin ji ber ku êdê pêwiste em welatê xwe înşa bikin.”
Hevseroka HDP’ê Asmin Kiraç jî Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê piroz kir û peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwen.
Piştî axaftina guruba Erbanê û guruba muzikê Hêzil derket ser dikê. Pirozbahiya ku bi Şiara “Em wek jinên li Kobanê berxweda, xwe bi rêxistin bikin û jiyana xwe azad bikin” mitîng dewam dike.
(ma-zf/zt)

