Li Sêgirkê germahiya 8’ê Adarê
15:21
JINHA
ŞIRNAK – Li bajaroka Segirkê ya navçeya Qilebanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê bi bi şahiyekî hat pîrozkirin. Di şahiyê de Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren axivî û got: “Salane li Segirkê pergala zilamê serdest zilmê li jinan dike. Lê îro jin ber bi azadiyê ve diçe û vê pergala qirej şikênandiye.”
Li bajaroka Segirkê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê bi beşdariya bi hezaran jinan pîrozbahî hat kirin. Pîrozbahî li Qada Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Şarederiya Qileban Zeynep Uren, Hevserokên Rêxistinên DBP'ê û HDP ya navçeya Qilebanê û bajarokên wê jî di navê de hezaran kes li ber avahiya HDP'ê ya bajaroka Segirkê hatin cem hev û heya Qada Newrozê bi diruşmayên "Jin jiyan azadî" meşiyan. Li Qada Newrozê Posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan alên KJA, PKK û KCK hat qemilandin. Her wiha posterên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan hat daliqandin. Pankartên "Jin jiyan azadî", "Em berxwedana Kobanê silav dikin" û "Emê Serokê xwe bi rihê 8'ê Adarê azad bikin" jî hat daliqandin. Li Qada Newrozê diruşmayên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" "Bijî berxwedana YPJ" hat berzkirin. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye dest pê kir.
Hevseroka HDP'ê ya bajaroka Segirkê Zeynep Unat û Hevseroka HDP'ê ya bajaroka Hîlalê Semîha Benek jinan silav kirin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîrozkirin. Piştre Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren axivî û got ku jinên Kurd îro saya Serok Apo pêşengiya Rojhilata Navîn dikin. Zeynep diyar kir ku li Segirkê jin dê pergala zilamê serdest bişkêni û wiha got: "Salane li Segirkê pergala zilamê serdest zilmê li jinan dike. Lê îro jin ber bi azadiyê ve diçe û vê pergala qirej şikênandiye."
Piştî axaftinan jinan şanoya mijara wê derbarê bandora zilam ya ser jinê leystin. Bername bi stranên komên heremî û şahiya jinên cil û bergên wan rengareng dawî bû.
(ozp/zt)

