Maria: Meşa me dê ji çolên Sahrayê ber bi Kurdistanê ve bidome (2)
15:41
JINHA
AMED - Endama Sekreteryaya Meşa Jinan a Cîhanê (DYK) Maria Tiresi Montirelli, di mîtinga 8'ê Adarê ya li Amedê pêk hat de diyar kir ku meşa wan a ji Çola Sahrayê ber bi Kurdistanê û ji Kurdistanê heta bigêje hemû jinên cîhanê dê bidome. Maria, anî ziman ku ew edî dê meşa xwe bi jinên kurd ên bi têkoşîna xwe, xwe çespandin berdewam bike.
Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinan li Îstasyona Amedê mîtîngek girseyî pêk anî. Mîtînga Îstasyonê bi tevlêbûna hezaran jinan pêk hat. Jinên ku beşdarî 4'emîn Meşa Jinan a Cîhanê bûn, rawestgeha wan a duyemîn Amed bû. Di mîtingê de Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Galtan Kişanak, Hevseroka DBP'ê Emine Ayna, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, Hevseroka HDP'a Amedê Gulşen Ozer, Hevseroka DBP'a Amedê Hafize İpek, Endama Sekreteryaya DKY'ê Maria Tiresi Montirelli, Karwana Femînîstên Ewropayê Tevgera Femînîstên Îspanyayê û gelek jinên din amade bûn. Jinan di mîtinge de pankarta "Em bi berxwedana jinên Kobanê xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin" vekirin. Dîsa bi cil û bergên xwe yên rengîn, pankart, dowîzên cuda qada mîtîngê neqişandin. Jinan pankartên "Buhişt di bin piya dayıkan deye", "Civak bêyî jin azad nabe" "Ka zilam, bijî têkokşina jinê", "Jiyan bi têkoşîna jinê xweş e" û "Heta hemû jin azad bibe em dê bimeşin" vekirin. Li qadê alên KJA, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û weneyên Sakine, Leyla û Fidan hatin hilgirtin. Dîsa posterê mezin ê Arin Mirxan ku buye sembola berxwedana Kobanê hat vekirin.
'Azadiya me di azadiya rêberê me re derbas dibe'
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafize Îpek axaftina vekirinê kir û diyar kir ku têkoşîna jina kurd ji bo hemû jinen cîhanê bûye hêvî. Hafîze, destnîşan kir ku jinên kurd bi têkoşîna xwe hemû jinên cîhanê di 8'ê Adarê de daxist kolanan. Hafize şervanên YPJ'ê jî silav kir û wiha got: "Jinen kurd dê ji bo azadkirina hemû jinên cîhanê têkoşîna xwe berdewam bike. Ji ber ku azadiya me di azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re derbas dibe. Jinên kurd dê bi azadiya Rêberê me pêk bê."
‘Bi xwendina peyama Ocalan erd hejiya'
Endama KJA'ê Ceyan Bagriyanik jî peyama ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hemû jinên cîhanê re nivîsandibû xwend. Bi hezaran jinên qada mîtîngê tije kir, bi silogana "Ey serok rêyate rêyameye" peyama Ocalan pêşwazî kirin.
'Em dê ji Çola Sahrayê heta Kurdistanê hemû jinan bikin yek'
Endama Sekreteryaya Meşa Jinan a Cîhanê (DYK) Maria Tiresi Montirelli, di mîtinga 8'ê Adarê ya li Amedê pêk hat de diyar kir ku meşa wan a ji Çola Sahrayê ber bi Kurdistanê û ji Kurdistanê heta bigêje hemû jinên cîhanê dê bidome. Maria, anî ziman ku ew edî dê meşa xwe bi jinên kurd ên bi têkoşîna xwe, xwe çespandin berdewam bike. Maria, destnîşan kir ku çend salin bi boneya balê bikşînin ser mafên jinan di 8'ê Adarê de Meşa Jinên Cîhanê pêk tînin û wiha got: "Me îsal jî starta meşa xwe li Kurdistanê da. Ji bo em ji Çola Sahrayê bigêjin Kurdistanê û ji Ewropayê bigêjin hemû jinên bindest em meşa xwe pêk tînin."
'Azadiya jinê di şoreşê de derbas dibe'
Marîa, destnîşan kir ku îro bi jinên kurd re yek in, lê ev yekîtiya wan tenê li vir bi sînor namîne. Maria da zanîn ku têkoşîna wan ne tenê ji bo azadiya jinên kurd, ji bo hemû jinên cîhanê ye. Marîa, bilev kir ku ew dixwazin bi têkoşîna jinên kurd de meşaleya xwe li her derê bilind bikin û wiha berdewam kir: "Divê hemû jin ji bo jiyanek azad tekoşîna şoreşgerî pêş bixe. Ji ber ku azadiya jinê di şoreşê re derbas dibe.
'Jin gav bi gav ber bi azadiyê ve direve'
Herî dawî Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî ani ziman ku îro hemû jinên Cîhanê li Kurdistanê kom bûne û Meja Jinên Cîhanê li Kurdistanê pêk tîne. Gultan, bilêv kir ku ev bi xêra tekoşîna YPJ'ê ye û wiha got: "Jin gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin. Têkoşina jinan mîrateya jinên ku bi ked, têkoşîn û vina xwe navê xwe li dirokê nivîsandine pêş dikeve. Îro di şexsê YPJ'ê de li Kurdistanê berxwedanek bê navber bilind dibe. Em dê vê şoreşê li hemû Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bikin. Em hemû jinên têkoşer, jinên Fîlîstîni, Afganî, Îranî, Latinî û Emerîqî silav dikin.
Jin dê li tax, bajar, kargerî u hemû qadên jiyanê xwe bi rêxistin bikin û li dijî hişmendiya DAİŞ'ê têkoşîna xwe bilind bikin. Ez kujerê Ozgecan, Medine û bi sedan jinan şermezar dikim. Em li Kobanê bi ser ketin em dê serkeftina xwe berdewam bikin. Em ji ber têkoşina Birêz Ocalan a li hemberî feraseta zilam hezar silavên xwe ji Birêz Abdullah Ocalan re dişînin. Ez hemû jinên şoreşger bi hurmeti silav dikim."
Mitîng bi axaftinan didome...
(mae)

