Li Kobanê pîrozbahiya 8'ê Adarê
15:48
JINHA
KOBANÊ - Li Kobanê bi sedan jinên di nav de jiyên YPJ'î jî di nav de heyî heya Şehîdgeha Şehîd Dîcle meşiyan û piştî meşê gul danîn ser gorên şervanên YPG û YPJ'ê.
Li Kobanê di bin pêşengiya Yekîtiya Stara bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek hat lidarxistin. Sedan jin li ber avahiya Yekîtiya Star hatin cem hev û ber bi Şehîdgeha Şehîd Dîcle ve meşiyan. Şervanên YPJ'ê jî tevlî meşê bûn û di meşê de pankarta "Ji Kobanê heya Şengalê em hemû YPJ ne" û alên YPJ, YPG, TEV DEM û wêneyên şervanên YPG û YPJ'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPJ", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û meş li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li ser riya Helepê bi dawî bû.
'YPJ ji bo jin neyê tepisandin têkoşînê dike'
Li şehîdgehê ji fermandarên YPJ'ê Azîme Denîz axivî û balkişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 8'ê Adarê re şandî û wiha got: "Rêber Apo di peyama xwe de got li bajarê tenê jinek lê bê tepisandin naxwaze bijî. Em şervanên YPJ'ê jî ji bo tu jin neyên tepisandin têkoşînê didin û em jî dibêjin li cihê jin tê tepisandin û tune tê hesibandin naxwazin bijîn."
Rêvebera Saziya Malbatên Şehidan Fatma Oso jî roja jinan pîroz kir.
Piştî axaftinan jinan gorên şervanên YPG û YPJ'ê ziyaret kirin û gul danîn ser goran.
(zt)

