Şervanê YPJ’ê li kêleka Çemê Firatê 8’ê Adarê pîroz kirin

16:00

 


JINHA


KOBANE - Li Kobanê piştî rizgarkirina navendê jinên YPJ’ê û Yekitiya Star bi coş û kelecanek mezin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin.


Sembola berxwedana Kobanê şervanên YPJ’ê îro li bajaroka Şêxlerê ku 4 roj berê hatibû rizgarkirin 8’ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê  pîroz kirin. Şervanên YPJ’e pêşiyê bi silava leşkerî roja jinan li hevdû pîroz kirin, piştre bi stran û dîlanan bername berdewam kir. herî dawî jî şervanên jin bi konvoyê çûn ber çemê Feratê û dîlana xwe li vir  domandin. Şervanên jin di bin ala YPJ/YPG’ê, bi sloganên ‘jin, jiyan, azadî’him roja jinên cîhanê, him jî rizgarkirina Şêxlerê pîroz kirin. Jinên YPJ’e piştî bername bi dawî bû dîsa bi konvoyê ber bi eniyên şer ve çûn.


Bi pêşengtiya Yekitiya Star û bi tevlîbûna şervanên YPJ’ê li navendê jî ji bo 8’ê Adarê meşek hat eli dar xistin.meş ji saziya Yekitiya Star destpêkir û heta Şehîdgeha Dîcleyê bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ ‘Bîjî berxwedana YPJ’, ‘Bîjî Serok Apo’ berdewam kir. Piştî meşê fermandara YPJ’ê Azîme Deniz axivi û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘welatekî ku jin lê ne azad be wî welatê qebûl nakim.’


Çalakî bi zîyareta goristanê bi dawî bû.


(kom/zt)