Parvekirinên 8'ê Adarê ;Îronî , Serhildan, azadî

16:14

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN -Amadekariyên jinan ên weke dovîz,Pankart, afîş.nivîsên diwaran û parvekirinên medyaya civakî  ên bi munasebeta 8 'ê Adarê Roja jinên Kedkarên Cîhanê  balê dikşînin.Di parvekirinên Îronî, Serhildan û jîrî derdikevin pêş wiha ne; "Hin jin xwarinê çênakin,şoroşê çêdike", "Jin jine,kulîlk bavê te ye", "Em li Kobanê berxwedidin bi berxwedanê zêdedibin". " Bi karê malê marsî bikin jin di 8 'ê Adarê de liqadan e" , "Hevserê min digot ji  jinan şoreşger anbe ,minjî li wî xîst".


Li hemû cîhanê  jin bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daketin qadan ,afîş,pankart, dovîz , nivîsên dîwara  û parvekirinên di medyaya civakî car caran serhildanê bilin dikin carîna jî dide kenîn.Li gel wê bi wêneyên ku jinên ji çand,bawerî û netewên cûda jî balê dikşînî.Di nava jinan de li gel hemû cûdahiyan  aliyê hewpar ' jinbûn' e.Di pankartan de  piştevaniya jinan derdikeve pêş û gotinênmêran ji bo jinan pêşxistine bi zimanekî îronîk tê rexnekirin.Hin pankart afîş û parvekirinên medyaya civakî yên jinan bi zimanên cûda amadekirinin wiha ne:


"Dayiktî ne 'Kariyer e'!Malbata we ne qedera me ye!AKP destê xwe ji jiyan me bikşîne !Jinên Trans, Lezbiyen,Bîseksuel  li vir in!Tayyîp li ku ye !


Bijî têkoşîna me ya Femînîst!


Paşvegera jiyana me û têkeşîna me tune ye!


Em li hember  nehesibandina Nasnameya xwe,kedxwarina me,li hember tundiya Devlet-mêr berxwe didin!


Li hember tundiya Devlet-Mêr  serhildana me mezin dibe!


Em li kobanê  berxwedidin!Çiqas berxwedidin ewqas zêde dibin!


Heta hemû jin azad bibin emê bimeşin


Bila Marsî karê malê bike.Jin li 8'ê Adarê li qadan e


Jin jine, kulîk bavê te ye


Jin jiyan Azadî


Hevserê min digot ji jinan şoreşger dernakeve,min jî li hevserê xwe xist


Qedera min be ezê biguherînim


Bijî 8'ê Adarê Roja  Jinên Şorşeger


Mêr çi ye ayol! Were 8 'ê Adarê!


Hin Jin xwarinê çê nake Şoreşê dike


Jin Bereket û hexkirina  xwe ji xwezayê digre


Jin navenda jiyanê ye


Hevsera Azad, Jiyana Azad


Be jinan jiyan nabe


Bijî berxwedana jinan,bijî 8'ê Adarê


Jin ne obje ye jine.her şibandina tu dike veqetindine.xwedî li zimanê xwe derkeve


Em ji bo keda xwe,Nasnameya xwe, bedena xwe,ava xwe, axa xwe û bajarê xwe dimeşin."


(ks/zt)