Jinên Gewerî bi rengê xwe 8'ê Adarê pîroz kirin

16:16

 


JINHA


COLEMERG/AMED - Mîtînga 8'ê Adarê ya li Geverê di pêşengiya KJA de hat lidarxistin de jinan bi cilên rengîn û bi druşmeyan govend gerandin û roja xwe pîroz kirin.Hevşaredarên Çinarê jî bi  wesîleya 8'ê Adarê jinan re hevdîtîn kirin.


Mîtînga 8 'ê Adarê ya li Gevara Colmergê li Parka Apê Musa hat lidarxistin, bi tevlîbûna hezaran jinan destpêkir.JInên bi cilên heremî  û flama û pankartên rengîn di saetên sibê de herikîn qada mîtîngê û stranên liber stranan govend gerandin.


Di mîtîngê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,3 Jinên li Parîsê hat qetilkirin û Arîn mîrxana li Kobanê di çalakiya fedaîde jiyana xwe ji dest da,Kader Ortakayaya û pêşengên şoreşa jinên cîhanê  û pankartên " Bi jina li kobanê berxwe dide xwe rêxistin bike jiyanê azad bike"û bi posterên YPG/YPJîyna ,Denîz Firat re "Arîn ,Berîtan,Nûjiyan,Jin, jiyan,Azadî" hat daliqandin.


Jinên li  ber avahiya DBP'ê li hev kombûn bi pankart,al û dovîzan heta Qada Mîtîngê meş lidarxistin.Jinên gihaşt qada ku glek stand vekiriye  bi tilîlî û druşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana YPJ", "Bijî Serok Apo" bê navber berz kirin bi srûda "Ey reqîp"  rêzgirtin.Mîtînga bi helbesta "Sevda kadini " destpêkir axaftina vekirinê Hevseroka DBP'ê Oznur Canan  kir û roja hemû jinên kedkar pîrozkir.


'Jina kurd bi reng û dengê xwe jin e'


Pişt peyama Ocalan  endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Naciye Îke destnîşankir ku pêvajo pir krîtîk e û jinên YPJ'î silav kir.Hevşaredar Rûken Yetîşgîn  jî bal kişand ser serkeftina Kobanê û wiha axivî. "Em jin soz dikin ku heta serokê me azad bibin em bî wî renin.Em aşitiyek bi rûmet dixwazin.Îro jinên kurd bi reng û dengê xwe  jinên.Hemû cîhanê  jî şahîdiya vêkirine."Pişt axaftina Parlementera HDP a Wanê Aysel Tugluk mitîng bi gerandina govenda berdewamkir.


Jinên Çinarê  di xwarinê de hatin cem hev


Rêveberên Şaredariya Çinara Amedê jî di xwarina bi munasebeta 8 'ê Adarê de bi jinên navçê re hatin cem hev. xwarina ku Hevşaredarên Çinarê  Ahmet Cengîz û Rûkiye Eryılmaz  malovanî kir de gelek jin amadebûn.Pişt axaftinan xebatkarên Navenda Jinan  jinwar a Şaredariya Çinarê diyarî belav kirin.


(ks/zt)