Şervana enternasyonalîst Ivana Hoffman li Til Temirê jiyana xwe ji dest da

16:37

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Şervana enternasyonalîst a Elman a bi eslê xwe ji Afrîkayê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) li nava refên MLKP'ê li Til Temirê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya ji aliyê MLKP'ê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Ivana bawer dikir ku xwedîderketina li şoreşa Rojava xwedîderketina li pêşerojê ye û hat gotin, "Xeyala wê ya herî mezin, piştî şoreşa Rojava, di têkoşîna li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih bigirta, bû. Ew şervaneke azadiyê bû ku xewnên şoreşê didît."

Daxuyaniya MLKP'ê bi vî rengî ye:

"Mê Rêhevala xwe, hevala xwe ya çekê, çavkaniya yekîneyên me ya şahiyê, kenê dilşadî yê civata xwe, Avaşîn Têkoşîn Guneşa xwe li Til Temirê ber bi bêwatîtiyê ve bi rê kir. Êşa me giran e, hêrsa me bi qasî çiya mezin e.Rêhevala me Avaşîn ku komunîsteke Afrîkayî ya li Elmanyayê ji dayik bû ye, di sibeha 7'ê Adarê saet li derdora 03'an, di êrîşa çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê ya li hemberî mewziyên me yên hevpar ên li Til Temirê de şehîd ket.

Li refên herî pêş li ber xwe da

Rêhevala me Avaşîn ku yek ji şervanên me yên li eniyên herî pêş li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundê Suryaniyan ên li Til Temirê de li ber xwe da, bi çeka xwe ya BKC ku pisporê wê bû, bersiv da êrîşên çeteyan. Di vî şerî de gelek çete hatin îmhakirin. Rêhevala me Avaşîn û yên li gel wê, di heman mewziyê de bi şervanên YPG/YPJ'ê re heta fîşeka dawî şer kirin û nehiştin çete bi pêş ve biçin. Rêhevala Avaşîn û yên li gel wê, bi lehengÎ li ber xwe dan û desta berxwedanê nivîsandin.

Li hemberî êrîşên çeteyên xwînxwar ên piştî têkçûna Til Hemîs û Til Berakê bi hevdemî êrîşê Til Temirê kirin, benda azadî û rûmetê bilind kirin. Planên çeteyan ên xistina Til Temir, kontrolkirina rêya Hesekê û pêkanîna komkujiyên nû, pûç kirin.

Hînê jî bi fedekarî û berxwedaneke mezin bersiv ji êrîşên DAIŞ'ê re tê dayîn. Hêzên MLKP-YPJ/YPJ, bendeke mûezem ava dikin ku çete nikarin jê derbas bibin. Li Til Temirê destanek tê nivîsandin. Ev destan bi berdêla canê şervanên MLKP-YPJ/YPJ ên jin û mêr li dîrokê tê nivîsandin.

Rêhevala me Avaşîn Têkoşîn Guneş a navê wê yê rastî Ivana Hoffmann e, di 1'ê Îlona 1995'an de li Elmanyayê ji dayik bû. Rêhevala me Avaşîn ku di temenê xwe yê ciwantiyê de ciwanên me yên komunîst nas kir û li bajarê lê dima tevlî xebateke çalak bû, li gelek qadên têkoşînê bi wezîfeya xwe rabû. Rêhevala me ev 6 meh in li Rojava bi awayekî aktîf di nava şer de cih digirt û li mewziyên cuda yên Kantona Cizîrê wezîfeya xwe bicih anî. Rêhevala me Avaşîn herî dawî di nava yekîneyên me yên ji bo bêbandorkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Til Temirê de cih girt, ji roja destpêkê ve li mewziyên herî pêş şer dikir.

Berê xwe da Kurdistanê

Rêhevala me Avaşîn jineke komunîst a enternasyonalîst bû ku dildara azadiyê bû, xwedî vîna hesabpirsînê bû û êşa gelan di dilê xwe de hîs dikir. Wê ji xwe re kiribû felsefeyeke jiyanê ku êş, kêfşxweî û şerê gelên Kurd û Tirk bike ya xwe û bi wan re li dijî mêtîgerî û dîktatoriya faşîst şer bike. Stranên Kurdî bi kêfxweş digot, bi Kurdî û Tirkî diaxivî.

Ewropa ya ku hin mirov ji bo biçin wê derê serî li qaçaxçiyan didin, bi hezaran dolarî didin bazirganên mirovan, di rê de rezîl dibin, di deryayê de dirizin û gava digihêjin wê derê jî di nava hêjriyê de dijîn û derfetên wê derê li dû xwe hişt, bi dildarî li nava gelê me cih girt, bi çalakiya xwe re bû mînak. Wê, weke komunîsteke enternasyonalîst, banga şoreşê bihîst. Berê xwe da Kurdistanê. Azadiya gelê Kurd weke azadiya xwe dît.

Rêhevala me Avaşîn, hem bi sekna xwe ya di xebatên komunîst ên li Ewropayê de, hem jî bi qutkirina têkiliya xwe bi sîstema ku kapîtalîzma Ewropayê pêşkêşî ciwanan dike re, bû rêhevaleke me ya mînakdar. Wê, li şûna jiyaneke di nava sîstemeke bi şêweyeke din dikarîbû bijiya, şoreşe şoreşgerî hilbijart. Weke yek ji şervanên jin ên pêşeng ên nifşê yên qut dibin, li eniyên herî pêş ên şoreşê cih girt. Bi nêrîna şoreşa jinê re ne sîstem, şoreş mezin kir.

Rêhevala me Avaşîn di wê baweriyê de bû, ku ji bo şoreşa Rojava li herêmê veguhere modeleke mînakdar, divê were jiyîn. Dizanîbû ku xwedîderketina li şoreşê xwedîderketina li pêşerojê ye. Bawer dikir ku ji bo serketina şoreşê pêwîstî bi hêzeke xurt a parastinê heye û li ser vê radiwestiya. Ew ne tenê şeranek bû, di heman demê de endameke partiyê ya xwedî taybetmendiyên fermandariyê bû. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku piştî şoreşa Rojava di têkoşîna li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih bigire. Ew şervaneke azadiyê bû ku xewnên azadiyê didît.

Xewnên wê xewnên me ne, rêya wê rêya me ye, bîranîna wê rûmeta me ye.

Rêhevala me Avaşîn Têkoşîn Guneş namire."

(zt)