Li Erzerom û Mêrsînê 8'ê Adarê
16:42
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erzerom û Mêrsînê jinên di 8'ê Adarê roja jinên Kedkarên Cîhanê de pankarta" Em li her qada jiyanê xwe rêxistin dikin û bi tevkariyê tên" vekirin û bi drûşmên " Em li kobanê Arînîn, li hember sînor Kader e", " Qedera me ne mirin e berxwedan e" serhildana xwe qêr kirin.
ERZEROM
Li Erzeromê bi munasebeta 8'ê Adarê daxwuyanî hat dayîn û sînevîzyon hat pêşandan.Jinêndi pêşengiya HDP û DBP'ê li hev kombûn bi daxwuyaniyekê bal kişand ser tundiya jinê.Jinên pankartên "Bi jina li Kobanê xwe rêxistin bikin jiyanê azad bikin" û pankarta 3 jinên li Parîsê hat qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vekirin bê navber drûşmên "Jin jiyan azadÎ", "Bijî azadiya jinan" berz kirin.
Li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê Yasemîn Îba daxwuyanî da û dest nîşan kir ku ji bo jinê bi hêza azadiyê ji bo qetilkirina jinan bi dawî bibin dê têkoşînê bidin.Pişt daxwuyaniyê jinên derbasî avahiya HDP ê bûn li vir ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.qurnefîl hat belav kirin.Pişt peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya 8'ê Adarê sînevîzyona jinên PKK 'e hat temaşekirin .Pîroz bahî bi îkramên hat kirin bi dawî bû.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê bi pîrozbahî û çalakiyên derdorên sosyalîstên çepgir lidarxistin 8'ê Adarê hat lidarxistin.Jinên EMEP'ê di çarçoveya çalakiyan de daxwuyanî da.Mor Çati û Cadiyên Kampus jî bi meşên lidarxistin bal kişand ser tundiya jinê.Jinên EMEP 'ê pankarta "Li malê li kar,li kuçê li hember kedxwarî û tundiyê em bibin yek"vekirin û drûşmên "Jin jiyan azadî","Bijî 8 'ê Adarê" berz kirin. Çalakî pişt daxwuyaniya hat xwendin bi çepik û drûşmeyan bi dawî bû.
'Em neviyên cadiyên we nekarîbû bişewitînin'
Mersin Mor Çatı û Cadıyên Kampus jî ji ber Navenda danûstendinaForuma Mêrsînê heta bin kopruya Form meş li darxistin.Jinênbi cilên cadiya tevlî meşê bûnde bê navber drûşmên tundiya dewlet mêr rexne dike hat berz kirin.
'Em serîhildidin'
Pişt meşê li ser navêjinan Endama CadiyênKampusê Hatîce Aydogdu daxwuyanî da û dest nîşan kir ku tundiya li hember jinê her roja ku diçe zêdetir dibewiha got "Êdî em li hember hişmendiya desthilatdariya zilam serîhildidin." Pişt daxwuyaniyê çalakî bi stran govendan bidawî bû.
(ks/zt)

