Zehra ya YPJ'î di 8'ê Adarê de hat oxir kirin

17:23

 


JINHA


SÊRT - Di 8 'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de Zehra Sezgîn (Jin Viyan) li Sêrtê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.Hevşaredara Sêrtê Belkıza Beştaş Epozdemir di cenazede wiha axivî  "Em di 8'ê Adarê de jineke em afirandiye bi rihê serhildanê oxirdikin.Emê têkoşîna heval Jin heta dawiyê berdewam bikin"


Cenazê Şervana YPJ'ê Zehra Sezgîn (Jin Viyan) ya di 4'ê Adarê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da  pişt karên otopsî şandin cihê ku li dayik bûye. Jinan bi drûşmeyan meytê Zehra li ser milên xwe birin goristanê ,defn kirin û axa yekemîn avêtin ser.


'Li Hember DAÎŞ'ê herî baş jinsekinîn’


Pişt definkirinê Berdevka MEYADERa şaxa Sêrtê Kadriye Cengiz sersaxî ji malbatê xwest .Bav Kenan Sezgîn spasiya xwe ji herkesî kir  û wiha axivî, "Keça şehîda Kurdîstanê ye.Kurdîstan xwedî li şehîda xwe derdikeve.Em li ber şehîdên xwe bejna xwe ditewînin.Ez piştgiriyê Didim têkoşîna wan a pîroz ."


Herî dawî Hevseroka Şaredariya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemîr axivî û wiha got: "Em di 8'ê Adarê de jineke em afirandiye bi rihê serhildanê oxirdikin.Emê têkoşîna heval Jin heta dawiyê berdewam bikin.Jinên Kurd têkoşîn ji tevgera azadiyê hînbûn û niha jî hemû cîhanê azad dike.Tevera azadiyê û Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan pêşiya me vekir.Li hember DAÎŞ'a bi tanq û topan êrîş kir sekna herî baş jina da xwiyakirin.Jinên Kurd  Kobanê ji DAÎŞê re kir doşeh."


Malbata Zehra ya YPJ'î li taxa Şawuran mala şînêya 3 rojan dewam bike danî.


(ks/zt)