Li Amedê mîtînga 8 'ê Adarê bi dawî bû
17:37
JINHA
AMED - Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ya Amedê hat lidarxistin bi stranên Ayşenûr Kolivar a Hemşînî û Hunermenda Kurd Rojda bi dawî bû.Di Mîtîngê de jinan bi yek awazî strana "Benim meskenim dağlardır dağlar" stra.
Mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê hat lidarxistin bi awazên Deryareş bi stranên Hunermenda Hemşînî Ayşenûr Kolîvar û bi stranên Hunermenda Kurd Rojda bi dawî bû.Ayşenûra yekemîn derket ser dikê bi stranên Deryareş demên bi coş da jiyîn.Li gel harmoniya def û kemençeyê druşmên "jin jiyan Azadî" ji qadê bilind bû berxwedana 8 'ê Adarê derxist ber çavan.
'JinênKobanê hêviya me çêkirin'
Ayşenûra pişt stranan axivî berxwedana Kobanê silav kir û wiha got "Em îro ji 8'ê Adarê hê bi hêvîtîr e.Jinên Kobanê hêviya me çêkirin."
'Tu gel weke gelê Kurd girîngiyê nade azadiyê'
Pişt Ayşegul ,Rojda derket ser dikê strana xw ya yekemîn diyarî jinênli Kobanê û Şengalê berxwe dide kir.Rojda dest nîşankir ku pergala desthilatdar tu carî naxwaze jin azad bibe û wiha got "Di dîroka cîhanê tu gel ewqas girîngiyê nade azadiya kurdan û vê rojê wisa bicoş pîroz nakin."
Mîtîng bi strana Delîla ya PKK'î ya jiyana xwe ji dest da "Benim meskenim dağlardır dağlar" biyek awazî bidawî bû.
(ks/zt)

