Ji bo Şervana YPJ'ê Pinar mewlûd hat xwendin

18:01

JINHA


ÎZMÎR - Meclîsa Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk (DEM-YOM) a Zanîngeha Egeyê ji bo şervana YPJ'ê Pinar Ozel (Şîn Semsûr) li Kobanê jiyana xwe ji dest da mewlûd xwend.

Ji bo şervana YPJ'ê Pinar Ozel (Şîn Semsûr) di operasyona azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da li taxa Mevlana ya Bornova ya Îzmîrê ji hêla Meclîsa Xwendekarên Welatparêz Demokratîk (DEM-YOM) a Zanîngeha Egeyê ve mewlûd hat xwendin. Di nava wan de rêveberên HDP û YAK-DER'ê jî hebûn gelek xwendekar tevlî mewlûdê bûn. Li salona ku mewlûd lê hat xwendin pankarta "Ji Zîlanan heta Şîlanan jinên ciwan ên li ber xwe didin azad dibin" û alên YPJ'ê hatin daliqandin. Piştî meleyên ÎDAY-DER'ê mewlûd xwendin, ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin.

Rêveberê şaxa YAK-DER'a Îzmîrê Sebahattîn Kayran di mewlûdê de axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna Şervana YPJ'ê Şîn bidomînin û wiha axivî: "Têkoşîna rêheval Şîn dê têkoşîna me ronî bike." Hevserokê HDP'a Bornovayê Seyîthan Semo jî axivî. Seyîthan got ku Pinar dest ji Zanîngeha Egeyê berda û tevlî nav refên YPJ'ê bû û wiha pê de çû: "Hevala Şîn li hemberî zilma DAIŞ'ê têkoşiya. Em soz didin wê em ê li hemberî feraseta DAIŞ'ê têbikoşin." Endama DEM-YOM'ê Safiye Ozpolat jî anî ziman ku bi Pinar re li heman cihî rûniştiye û wê berpirsyariya xwe ya şoreşa Rojava bi tevlîbûna şoreşê pêk aniye.” 

Mewlûd bi belavkirina xwarinê bi dawî bû.

(zt)