Li Çelê zarokek di golê de xeniqî
18:04
Adar
8
/ 2015
JINHA
COLEMÊRG – Li Çelê zarokê ku ji bo avjeniyê ket golê xeniqî û jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Biyadirê ya Çelêya Colemêrgê zarokê bi navê Îdris Seven (12) ku bi 4 hevalên xwe re ji bo avjeniyê çûn gola li nêzî Ava Zap’ê xeniqî. Li ser bûyerê gundiyan bang li komên tenduristiyê kirin. Ligel hemû mudaxaleyan komên tenduristiyê Îdrîs jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îdris anîn Nexweşxaneya Çelê.
Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
(zt)
