Kongreya Jinên Ciwan a DBP'a Qoserê hat lidarxistin
18:12
JINHA
MÊRDÎN - 1.Kongreya Jinên Ciwan ji aliyê Kongreya Meclîsa Ciwanên DBP a Qoserê hat lidarxistin.Hevseroka DBP a Navçê Nadya Kaya ya di kongreyê de axivî, "Em girîngiya azadî û rêxistinbûyîna jinê ya di çarçoveya paradigmeya serokatî de zêde bû careke din jî fêm dikin.
Li Navça Qosera Mêrdînê Meclîsa jinên Ciwan ,1'emîn Kongreya jinên Ciwan lidarxistin.Li gel rêveberên DBP Û HDP'ê endamên Meclîsa Dayiken Aşitiyê û gelek welatî tevlîbû.Li salona ku ku kongre hat li darxistin pankarta "Jinên ciwan xwe rêxistin dike,kedxwariyê dihejîne,jiyana azad ava dike" û posterên 3'ê jinên li parîsê hat qetilkirin, Denîz Firat,Arîn Mîrxan û Viyan Soran hat daliqandin.
Kongreya bi rêzgirtinê destpêkir de Hevseroka DBP a Qoserê Nadya Kaya axivî destnîşan kir ku di vê sedsalê de rola jinan pergal diyar dike û wiha axivî: "Em careke din girîngiya rêxistinbûn û azadiya jinê ya di çarçoveya paradigmaya jiyana azad û pêşengiya Serokê me de pêşket fêm dikin .Ji ber wê îlankirina 1'emîn Kongreya Jinên Ciwan pir bi wate ye.
Piştre Rêvebera HDP'ê Ozden Damar axivî û dest nîşan kir ku kesên naxwaze cîhan biguhere ji guherîna jina ditirsin.
Pişt axaftinan bi hilbijartinê rêvebera nû hat hilbijartin.Kongre bi pêşandana sînevîzyon û bi govendên hat gerandin bi dawî bû.
(ks/zt)
