8’ê Adarê jî qetilkirinên jinan

18:15

 


JINHA


XANEQÎN - Li Başûrê Kurdistanê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Her wiha hate îdîakirin ku zarokek 12 salî jî bi çekê zarokek 5 salî birîndar kir.


Kuştinên jinan roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jî berdewam kirin. Li bajarê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê zilamek ji navçeya Celewlayê çeka peywirdarekî ewlekariyê yê Nexweşxaneya Xaneqînî ji destê wî derxist û hevsera xwe qetil kir.


Kesê ku cinayet pêk anî, sê kesên din birîndar kir û xwe jî kuşt.


Her wiha, hate îdîakirin ku duh li navçeya Seyid Sadiq a Silêmaniyê keçikek 12 salî birayê xwe yê 5 salî bi çeka keleşnîkofê kuşt.


(zt)