Li Dîlokê şahî û meş hat lidarxistin
18:32
JINHA
DÎLOK -Li Dîlokê bi hezaran jin bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê meşek girseyî lidar xistin. Jinên pişt meşê di şahiyêde kombûn roja xwe bi gerandina govendê pîroz kirin.
Li Dîlokê di pêşengiya Kongreya Jinên Azad(KJA) bi tevlîbûna hezar jin meş at lidarxistin.Bi hezaran jinên li Parka Kirkayak li hev kombûn heta Qada Demokrasiyê meşiyan.Jinan pankarta "Bi jina li Kobanê berxwedide xwe rêxistin bike jiyanê azad bike" û dovîzên li ser fotoyên 3'ê jinên Şoreşger ên li Parîsê jiyana xwe ji dest da,Arîn mîrxan, Kader Ortakaya û Sîbel Bûlût vekirin.Li gel wê jinan wêneyên Ozgecan Aslana ku li Tersûsê bi hovane hat qetilkirin jî rakirin.Jinan di meşê de bênavber drûşmên "Mêr dikûje dewlet diparêze" û"Bijî berxwedana Kobanê" berx kirin.
'Em ne di şînê di serhildanê dene'
Pişt meşê daxwiyaniya ku bi Kurdî û Tirkî platforma Jinên Demokratîkên Dîlokê amade kirine hat xwendin.Di daxwuyaniyêde hat gotin ku li hember hemû kesên heta tundiya li hember jinê bi dawî bibe hertim ne di şînê di serhildanê de bin.
Pişt daxwuyaniyê li Heywana Dawetê ya Duru şahî hat li darxistin.Şahî bi rêzgirtinê destpêkir bi xwendina helbesta berdewam kir.Pişt axaftinan hunermendên MKM'ê derketin ser dikê û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
(ks/zt)
