Li Antalya hevdîtina ‘Jin û bajar’ li benda DKY'ê ne

09:38

 


Helin Yıldırım/JINHA


ANTALYA – Rawestgeha çaremîn ya Meşa Jinên Cîhanê ku îsal çalakiyên xwe yên sala 4’emîn atfî berxwedana Kobanê û Şoreşa Jinên Rojava kirî û ji Nisêbînê despêkirî dê Antalya be. Yrd. Profesor. Dr. Hafîze Ozturk Turkmen ya ku cihê xwe di nava organîzasyona DKY’ê ya bajêr de digire di derbarê xebatên xwe de wiha got:“Heger rêwîtiya we ji Nisêbînê despêdike heya Selanîkê û armanca we li herêmên şer kêmek jî be birînên jinan dermankirin be wê demê ji Amedê ber bi Antalya ve zêdetir ti rêyên ji wê baştir nîne.“


Antalya ji bo malavahîkirina çaremîn rawestgeha DKY’ê amadekariyan dike. DKY ya ku îsal çalakiyên xwe atfî berxwedana Kobanê û Şoreşa Jinên Rojava kir û ji starta çalakiyên xwe li Nisêbînê Kurdistanê da rawestgeha wê ya duyemîn jî di 8’ê Adarê de Amed bû. Dê navnîşana DKY ya dinê jî Antalyabe. Dê jinên endamên delegasyona DKY a navnetewî di çalakiya“jin û bajar“ di 12/12’ê Adarê de jin li nava bajêr bicivin.  Yrd. Profesor. Dr. Hafîze Ozturk Turkmen despêkirina çalakiya DKY’ê ji Rojhilata Navîn û hilbijartina wan ya Kurdistanê giring dît û got: „Di şerê li Kurdistanê berdewam diki de jinên kurd, êzidî, suryanî û ereb rastî tacîz û tecawîzan tên, di bazarên koleyan de tên firotin. Armanc û şêwirmendiya jinan ya li hemberî hilweşîna bedenên wan derketin, berxwedana Kobanê û li Rojava ji nû ve avakirina jiyanê giringe.“ Hafîze da zanîn ku ew ji bo rawestgeha DKY ya li Antalyayê di nava amadekariyan denin û wiha domand :“Heger rêwîtiya we ji Nisêbînê despêdike heya Selanîkê û armanca we li herêmên şer kêmek jî be birînên jinan dermankirin be wê demê ji Amedê ber bi Antalya ve zêdetir ti rêyên ji wê baştir nîne.“


Dê pirsgirêkên Antalya yên rojane bên destgirtin


Hafize destnîşan kir ku dê di 2 rojên Meşa Jinên Cîhanê ya Antal ya de pirsgirêkên di du mehên dawiyê de tên jiyîn bên nîqaşkirin û wiha berdewam kir: “Dê li bernama pirsgirêkên jin nava bajêr de dijîn û li hemberî wan pirsgirêkan tekoşîna jinan li Gundê Ahmedan despêbike. Sedema li wî gundî despêkirina bernamê jî ji ber deshilatiya AKP’ê ya neolîberal û îdeolojiya muhafazakar, ji ber tekoşîna li wî gundi ya li hember HES ê ya bê nirx kirina jinan, kirina evdê malbatê û kolê sermayeyê ye. Ji ber bîrdariya Alyazma ya ku bûye sîmgeyek li hember teng kirina navendên jiyana jinan, projeyên her tişt xistina xizmeta rantê, şidet û qirkirinên jinan. Pirsgirêkên rojane jî weke mînak piştî hilbijartinên herêmî Şaredariya Bajarê Mezin ya AKP’ê ya Antalya nêzî 300 xebatkarên şatedariyê ku piraniya wan jin bûn bi sîrgunê ceza kirin.”


‘Şideta ser jinan heye û şidet kar ser karin’


Hafîze anî ziman ku yek ji bajarên herî zêde şideta ser jinan lê tê jiyan din jî Antalyaye û wiha dom kir: “Li gel dîrok û xwezaya Antalya ya bedew li aliyê dinê jî şerê sermaye lê tê jiyîn. Ji ber maliyê ev pirsgirêk tên jiyîn. Bi xetên situr yên civaknasiyê li bajêr nêrîn hinek pir dewlemend bûne, li şona pêşdeçunê êdî paşde diçin û bi kevneşopiyan mafazakar dibin. Di aliyê pîşesazî de jî ji ber zêdebûna koçê firseta bajarîbûnê nayê dîtin. Her wiha şideta ser jinan jî zêdeye û şidetkar jî hene.”


Şêwirmenî ji bo azadiya jinan giringe


Hafîze bilêv kir ku divê jin ji kîjan bawerî, reng, netew, çîn û temenî be bila bibe hemû bi hev re li hemberî deshilatiya mêran din ava yek refan de cîh bigirin. Hafize derbirî kul i hember dishilatiya jinan bê nirx dike DKY ya ku ji jinên ji erdnîgariyên cuda ji bo têgihiştina hev û zimanek hevbeş avakirinê din ava şêwirmendiyê de bûn giringe û wiha axivî: “Heger bi polîtîkayek rast û baş bê rêxistin kirin dikare ji bo azadiya jinan bibe xwediyê rolek giring.”


(zt)