Koçerên Botanê amadekariyên çuna zozanan dikin

10:01

 


Hîlal Kara/JINHA


ŞIRNEX – Koçerên Silopiya amadekariyên hilketina zozanan dikin. Jinên koçer yên ku bi tevahiya zivistanê li benda buharê ne ji bo hilkevin zozanan diyar kirin ku ew bi çar çavan li benda hatina buharê û çuna zozananin.


Bêhna buharê li koçeran dixe û ji bo çuna zozanan dilivin. Niha koçerên biharan diçin bilindahiyên herî bedew yên weke Kanî Sipiyê li Silopiya dijîn û ji bo çuna zozanan amadekariyên xwe dikin. Di nav kurdan de sewal xwedî kirin an go koçerî karekî him çandî him dîrokî him jî ji hemû aliyên ve karekî zehmet e. Li gel hemû zehmetiyên koçeriyê hema bêje hemû kar û bar jî weke her qada jiyanê dikeve ser milê jinên koçer. Koçerên jin ên ku ji zozanên Kanî Spiyê û Avaxakê yên Colemêrgê hatine li Mêrga Beroj ya bajaroka Bêspin a navçeya Silopî bi cih bûne diyar kirin ku ew salê şeş mehan dimînin deştê û gelek zehmetiyan dikêşin, ji ber wê jî ew li benda biharêne ji bo hilkevin zozanan.


‘Di jiyana koçeriyê de karê herî giran yê jinane’


Ji koçeran jina bi navê Behiyecan Demîryent (50) wiha behsa xebatên xwe yên di nava rojê de kir: “Di malê de hemû karê malê jin dikin. Di nava jiyana koçeriyê de jî gelek karê jin dikin yên weke pez dotin, xwarindayîna pex û gelek karên dinê dikin hene.” Behiyecan anî ziman ku herî zêde ew li zozanan dimînin çend mehên zivistanê tên deştê û wiha domand: “Em 6 mehan li zozanan diminin. Dema dibe zivistan em tên deştê. Zivistanan li deştê jiyan nexweşe. Ji xwe em rojan dijmêrin heya dibe buhar. Çawan bûhar despêdike hema em berê xwe didin warên bilind û zozanan.”


‘Em bi çar çavan li benda hatina bûharê ne’


Behiyecan destnîşan kir ku ew di tevahiya rojê de bi sewalên xwe mijulin û wiha berdewam kir: “Em sibehê dirabin pezê xwe didoşîn, berxên xwe berdidin ber makên wan piştre, em karê xweyê mast çêkirinê dikin. Roja dinê jî mastê xwe di firoşîn. Herî zêde di meha gulanê de pezê me bi şîrin. Em bi çar çavan li benda baharêne ku em biçin zozanên xwe û carek din bêhna zozanên xwe sehbikin.”


Bêrîvana bi navê Xalîde Îzet jî wiha qala bêrîvaniyê dike: “Ez serê sibê radibim, piştî karê xweyê nava malê yê serê sibê, pezê xwe didoşim, çanteyê şivanên xwe amade dikim û pezê xwe rêdikim çolê. Ji ber serma zivisanê em bi qasî 6 mehan bi pezê xwe ve li deştê dimînin. Jiyana me ya herî xweş li koçeriyê li zozanan derbas dibe. Lê îsal koçeriya me baş nebû, me gelek zorî kişand ji ber şîrê pezê me kêmbû.”


 (hk-zf/zt)