'Her dem serê min bi keça min bilind e'
10:13
JINHA
RIHA - Şervana YPJ'ê Emîra Hemed (Bahar Kobanê) 3 meh berê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Til Hemîsê bi awayakî qehremanî şer kir û bi çalakiya fedayî jiyana xwe ji dest da. Dayika şervana YPJ'ê Cemîle Baqî diyar kir ku serê wê bi keça wê bilind e û her tim di rêya keça xwe dê bimeşe û wiha got: "Jinên kurd bi berxwedana Kobanê li cîhanê bûn sembol û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi destên jinên kurd tê avakirin."
Şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Emîra Hemed (Bahar Kobanê) 3 meh berê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Til Hemîsê bi awayakî qehremanî şer kir. Dema çeteyên DAIŞ'ê dora wê dorpêç kirin Emîra tevlî doçka xwe bi vîna xwe ya bêhampa xwe kir bombeya zindî û di nava çeteyan de teqand. Emîra bi xwe re zêdetirî 36 çeteyên DAIŞ'ê kuşt û navê xwe li dîroka mirovahiyê bi tîpên zêrîn nivîsand. Dayika şervana YPJ'ê Cemîle Baqî (50) ya ji gundê Bilik ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji welatê xwe koçber bûne û hatine Pirsûsê. Dayik Cemîle diyar kir ku serê wê bi çalakiya keça wê û tekoşîna wê bilind e û her tim di rêya keça xwe dê bimeşe.
'Keça min teslîm nebû û zêdeyî 36 çete bi xwe re teqand'
Dayik Cemîle da zanîn ku jinên kurd bi berxwedana Kobanê li hemû derên cîhanên bûne sembol û êdî azadbûna gelên Rojhilata Navîn bi destên jinên kurd tê avakirin. Cemîle destnîşan kir ku dema keça wê tevlî şervanên YPJ'ê bû bi tililîyan wê bi rê kir û wiha axivî: "Keça min ji kurikan hîn jîrtir bû. Yên dibêjin kurik ji keçan jêhatîtirin dema çav li keça min Emîra diketin hîn dibûn ku ev nêzîkatiy wan şaş e. Keça min pir jîr bû. Di karê xwe de pir jêhatî bû û rast bû. Li ser doçkayê bû. Dema çeteyên DAIŞ'ê dora wê dorpêç kirin û xwe teslîm nekir. Bi xwe re çeteyên qirêj jî teqand. Zêdeyî 36 terorîstên DAIŞ'ê kuşt. Berê jî bi dehan kuştibû. Serê min bi keça min her tim bilind e. Keça min bu şehîda Kurdistanê. Em bi şehîdên xwe re hene, ger ne ji wan be, em jî niha tune bûn. Bi saya wan Kobanê jî neket destên terotîstan. Şehîd namirin."
'Ax Bihar gul vebû bi navê te'
Xwişka Emîra, Asya Hemed (9) jî bilêv kir ku ji bo xwişka xwe û dotmama xwe stranek nivîsandiye. Asya da zanîn ku ji gundê wan Bilik bi dehan şehîd hene û ji bo şehîdên gundê xwe helbest û stran nivîsandiye. Asya diyar kir ku ji bo xwişka xwe û dotmama xwe strana bi navê "Ax Bihar gul vebû bi navê te" nivîsandiye.
(kom/zt)

