‘Berxwedana YPJ’ê ya li hemberî faşistan pîroz dikim’

10:20

 


JINHA


RIHA - Parlamentera partiya SYRIZA ya Yewnanîstanê Afrodît Stampoulî çû serdana welatiyên Kobanê yên di konbajaran de dimînin. Afrodît got ku ji bo piştgirî û piştevaniya jinên kurd hatine Pirsûsê û sedema hatina wan yek jê pîrozkirina berxwedana kurdan a li hemberî rejîma faşistan e.

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şervanên YPJ/YPG’ê li Kobanê berxwedaneke bêhempa dimeşînin û navê Kobanê ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahiya cihanê dan naskirin. Piştî Kobanê hat rizgarkirin bi hezaran kes, saziyên sivîl, parlamenter, rêxistin û hwd. tên serdana welatiyên Kobanê û hewl didin ew şervanên ku ligel hemû derfetiyan li hemberî çekên herî modern şer kirine û rûmeta mirovahiyê xelas kirine ji nêz ve nas bikin. Parlamentera partiya SYRIZA û endama Platforma Jinê ya Cihanê Afrodît Stampoulî der barê jî wan kesan yek e. Afrodît da zanîn ku jinên kurd bi têkoşîna xwe nîşan dan ku li hemberî hemû êrîşan jin dikare xwe biparêze û civaka xwe ava bike.

‘Ez têkoşîna jinên kurd pîroz dikim’

Afrodît diyar kir ku armanca hatina wan a Pirsûs û Nisêbînê piştgiriya jinên kurd û yên cihanê ye û wiha axivî: “Ez bi sedema berxwedana jinên kurd ên ku li hemberî rejîmên faşîst şer dikin û li ber xwe didin li vir im. Her wiha ji ber ev têkoşîna wan a li hemberî desthilatdaran wan pîroz dikim. Berxwedana şervanên YPJ’ê ji bo jinên cihanê rolekî pir mezin lîst û bûye hêvî.”

‘Têkoşina şervanê YJ'ê j b hêvî’

Afrodît ani ziman ku li Yewnanistanê her tim li ser çapemeniyê şervanên YPJ’ê dişopandin û wiha pê de çû : “Li hemberî sekna şervanên YPJ’ê û bi tevahî berxwedêrên Kobanê em pir keyfxweş bûn. Partiya me bi tevahî her tim rewşa berxwedêrên Kobanê pir bi nêz ve dişopand û her tim dilê me ruhê me bi wan şervanan re bû. Ev têkoşîn ji bo me jî bûye hêviyek.”

‘Ji bo avakirina Kobanê çi ji destê me bê emê bikin’

Der barê ji nû ve avakirina Kobanê de jî Afrodît diyar kir ku her çiqas di aliyê aboriyê de pirsgirêkên Yewnanistanê hebin jî hewl didin ku pêvajoya avakirina Kobanê de rola xwe bilîzin û wiha axivî: “Ji bo avakirina Kobanê em wek hikûmeta SYRIZA xebatên me didome. Her wiha têkiliyên me yên bi saziyên sivîl re didome. Niha alîkariya bi aliyê pêdiviyên rojane girîng e. Ji nû ve avakirina Kobanê pêdiviya projeyekê pir mezin heye. Bi teneya serê xwe tu hikûmet nikarin vê pêk bînin. Divê ku di vê mijarê de Yekîtiya Ewropayê tiştekî bike ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin.”

(kom/zt)