DAIŞ li Til Ebyadê di bin dorpêça YPG/YPJ'ê de ye
10:39
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ’ê ku Rakka û Tîl Ebyad dagir kirin û wek "keleh" û "paytext" îlan kirin, bi pêkanînên xwe yên komkujî, zilm, bazirganiya jinan û diziyê li her du bajaran ji bo gelê herêmê bûye kabus. Çeteyên ku li hundir bi hêrsa gel û li derve jî bi dagirkirina YPG û YPJ’ê ketine dorpêçê, fikara wan bi pêkanînên wan xwe dide der.
Çeteyên DAIŞ’ê ku li Iraqê, Musul û Tîkrît, li Sûriyeyê jî Rakka beyî berxwedan dagir kirin, li aliyê Başur û Rojavayê Kurdistanê rastî berxwedanek bi heybet hatin û têk çûn. Di berxwedana Kobanê de bi hezaran endamên xwe, wesayît û çekên xwe wenda kirin û vekişiyan. Çeteyan vê carê berê xwe dan Tîl Ebyad û Rakkayê ku ji bo xwe wek keleh dîtin û ji ber operasyonên YPG û YPJ’ê niha fikarên mezin dijîn.
Rêxistina dizî, zilim û komkujiyê: DAIŞ
Di adara 2013’an de di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hêzên muxalîf yên li dijî Esad têdikoşiyan kontrola Rakkayê girtin dest û piştre çeteyên DAIŞ’ê bêyî berxwedan bajar dagir kirin. Li Rakkayê beriya DAIŞ’ê nifûs 2 hezar bû û niha hema hema jiyan li Rakkayê têk çûye. Kesên nekarî ji bajar birevin jî jiyan li wan herem bû. Çavkaniyek herêmî ya Rakkayê diyar kir ku DAIŞ bi pêkanînên xwe yên ku wek "hukmên şerîatê" bi nav dike, welatiyan bi rêbazên wekê kirbaç, serjêkirin, mil û ling jêkirinê welatiyan ceza dikin û wiha got: “Li herêmê kêşandina cigareyê, alkol û kûrkirina rû û por hatiye qedexekirin, hilberînên xistine bin tekela xwe jî bi bûhayekê 10 katî difiroşin. Bi pereyê ku berê 10 qutî cigare dihat girtin niha pakêtek tê girtin. Her meh di bin navê zikatê de ji gel xerac tê girtin. Ligel ku av û ceyran tuneye jî pere ji gel tê girtin. Çavkaniya hatina çeteyan jî kaçaxtiya petrolê, malên sivîlan yên hatine wêrankirin, fîdye û ji rêxistinên alîkariyê tê. Jinên ku direvînin jî li van bazaran difiroşin.”
Ji tirsê kuafor girtin
Çavkanî da zanîn ku du roj berê hatiye Rakkayê û got di dema despêka dagirkirinê de hejmara endamên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Iraq, Tunus, Çeçen, Dagistan û Ewroapyê gelek zêde bûne û bi pêşveçûna hêzên YPG û YPJ’ê hejmara wan gelek kêm bûye û wiha axivî: “Fikara çeteyan li wir roj bi roj zêde dibe. Çete li dijî îhtîmala ku hêzên YPG û YPJ’ê wê bikevin bajar, bi armanca ku xwe veşêrin û di nava sîvîlan de wenda bibin li bajar kûrkirina por û rû qedexekirine û ji ber vê yekê hemû kuafor girtine. Gelê herêmê dixwazin ku demildest ev kabusa DAIŞ’ê bi dawî bibin.”
Dengê çekên YPG û YPJ'ê gihişte Til Ebyad
Hêzên YPG û YPJ’ê ku darbeyên mezin li DAIŞ’ê xistin xeta azadkirinê berfireh kirin û niha nêzî Cereblusa ku tê gotin barageha çeteyane bûne û li eniya Rojhilat jî nêzî gundên ku 15 km ji bajarê Til Ebyad (Girê Spî) dure. Piştî gundên Bexdîk, Îdaniyê bi operasyonên li dijî gundên Xanê, Axbaş û Serzorê pêngav bi pêngav DAIŞ teng kirine. DAIŞ’ê li dijî YPG û YPJ’ê bi armanca parastinê li dora Girê Spî xendekan dikole û malên Kurd û Tirkmenan bi bombeyan îmha dikin.
Ji malbatên ereb re ditirsin
Li cihên ku nifûsa Ereb zêde ye Artêş Azad a Sûriyeyê bi YPG’ê re tevdigere û li Girê Spî ku 10 hezar ereb, 5 hezar Tirkmen û 5 hezar jî Kurd hene, bi lîderên malbat û eşîrên wan re hevdîtinan dikin. Çeteyên DAIŞ’ê jî ji vê nerehet dibe û tehdîdan dixwaze malbatan ji tifaqê dur bixîne. Çavkaniyên herêmî yên Akçakaleya Rihayê diyar kirin ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kirine şûnde erebên ku malên Kurdan wêran kirine ji tirsan reviyane Tirkiyeyê.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Tîl Ebyadê teng bûne bi pêkanînên ku li bajar pêk tînin jî ji aliyê şêniyên bajar ve nefretek meizn qezenc kirine.
(zt)

