Meşa jinan ya ber bi Şengalê ve rastî astengiyên asayîşê hat

11:31

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa jinan a ji Silêmaniyê destpê kir, di roja 3’mîn de berdewam dike. Jin berî bigihin Şengalê ji aliyê asayîşa Dirabû ve hatin rawestandin.


Meşa jinan a bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) 8’ê Adarê ji Silêmaniyê destpê kirî, li Kerkûk, Hewlêr û Dihokê berdewam kir. Îro berî ku jin bigihin Şengalê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin rawestandin û heta niha destûr nehatiye dayîn ku derbasî Şengalê bibin.  Jinan li hemberî helwesta asayîşê nerazîbûn nîşan dan û ber bi xala kontrolê ve meşiyan.


Jin wê li Şengalê serdana jinên Êzdî, şervanên YPJ Şengal û gêrîllayên YJA Starê bikin û 8’ê Adarê li wan pîroz bikin.


(zt)