Pêşangeha ‘Sîmayê Jina Kurd ji sed sala 7’an heta Kobanê’

12:02

 


JINHA


SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê pêşengeha bi navê ‘Sîmayê Jina Kurd ji sed sala 7’an heta Kobanê’ hat vekirin. Pêşangeh rastî eleqeyeke mezin ya welatiyan tê.


Çalakiyên 8’ê Adarê yên li başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Bi vê boneyê li bajarê Silêmaniyê pêşengek a wêneyan hat vekirin. Pêşengeha bi navê ‘Sîmayê Jina Kurd ji sedsala 7’an heta Kobanê’ ji aliyê Îsmaîl Mamilê ve hat vekirin. Pêşengeh duh saet 11.00’an de bi tevlîbûna parlamenter, mamostayên zanîngehê, rêveberên partiyên siyasî û jinên ciwan ve hat vekirin. Pêşengeh rastî eleqeyek mezin ya welatiyan tê.


‘Ji çeperên şer heya wêjevaniyê jin’


Amadekarê pêşengehê Îsmaîl Mamilê derbarê armanca vekirina pêşangehê de axivî û got: “Ev pêşengeh ji beşên dîrokî jinê, desthilatdarî, xebata jinê, pêşmergeyên li eniyên şer, nivîskar, wêjevan, perwerde, civak, cil û berg, berxwedana Kobanê û trajediya Şengalê pêktê. Ev 15 salin ez li Parîsê bi vî karî re mijûlim. Ez li hemû bajarên Ewrûpa pêşangehên bi vî awayî vedikin. Ez roja jinên kedkar ên cîhanê li hemû jinan pîroz dikim, sedema vekirina vê pêşengehê ew bû ku jinên Kurd bizanin dîroka wan çiye. Îspatek ya jina kurde ku di dîrokê de jineke gelek azad û fedekare.”


‘Îsal li Rojava û Başûr dîrokek nû nivîsîne’


Parlamentera parlamentoya Herêma Kurdistan Nermîn Osman jî di derbarê vekirina pêşangehê de wiha axivî : “Ez roja jinên cîhanê li tevahî jinan pîroz dikim. Ez silavên xwe ji hemû jinên Êzidî yên ku di destê çeteyên DAIŞ dene re dişînim û hêvîdarim di demek nêzîk de jinên Êzdî bên rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi hemû aliyan jinên Kurd kirine armanca xwe, ji ber vê çendê jinên kurd li hemberî vê yekê tekoşînek bê hempa dane nîşandan û îsal li Rojava û Başûr dîrokek nû nivîsîne.”


Endama Civata Bilind a Xaniman Emel Celal Mihemed jî axivî û wiha got: “Ez jî roja jinên kedkar ên cîhanê, bi taybet li tevahî dayîkên şehîdan, pêşmerge, gerîla û şervanan pîroz dikim. Jina kurd niha bûye sembola berxwedana ji bo hemû jinên cîhanê. Jina Kurd pêşengiya pêşerojê, azadî û demokrasiyê dike. Jin rengê azadbûna mirove, lê mixabin zilam hê ne gihaye wê astê ku di aliyê fikir û demokrasiyê de gavek ji bo azadî û rewşa jinê bavêje.”


 (zt)