Xwendekarên Zanîngeha Haranê jî dest bi grevê kirin

12:13

 


JINHA


RIHA – Meclîsa Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk a Zanîngeha Haranê ji bo piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê ku ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ne greva birçîbûnê ya 3 dan destpêkirin. 

Greva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê ku ev 13 roj in ji bo şermezarkirina cezayên dîsîplînê yên kêfî û lêpirsînan dane destpêkirin didome. Piştî zanîngehên Kocaelî, Zanîngeha Înonu ya Meletiyê, Zanîngeha Hîtîtê ya Çorumê û Zanîngeha 18 Mart a Çanakaleyê xwendekarên Zanîngeha Haranê jî piştgirî dan xwendekarên Zanîngeha Çewlikê. Meclîsa Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk ê yek ji hevparê Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Haranê (HODER) ye ji bo piştriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Çewlikê greva birçîbûnê ya 3 rojan dar destpêkirin. Xwendekarên ku li komeleyê greva birçîbûnê dan destpêkirin li avahiyê pankartên “Em ê li dijî hemû qatlîam, girtin, lêpirsîn û pêkûtiyan bibin Aydin, bibin Erdem” û “Rektorî Polîs Derb” binçavkirin, nehiqûqî em ê ve denklemê xira bikin” daliqandin. Li ser navê xwendekaran Omer Temuçîn diyar kir ku wan ji bo piştgiriyê bidin daxwazên mafdar ên hevalên xwe grev dane destpêkirin. Omer bal kişand li ser heman pêkîtiyên li Zanîngeha Haranê jî û wiha got: “Der barê 10 hevalên me yên ku qatlîama Roboskê şermezar kirine de lêpirsîn hate vekirin.”

Omer bilêv kir ku der barê hevalên wan ên ku bi munasebeta Hefteya Mafên Mirovan balon firandine de jî lêpirsîn hate vekirin û wiha pê de çû: “Ligel van lêpirsîn, binçavkirin û pêkûtiyan em soza bi ruhê ciwanên şoreşger ên 68’an rêxistinbûna xwe xurt bikin û zanîngehan azad bikin didin.”

Greva birçîbûnê ku gelek xwendekar beşdar bûn piştî daxuyaniyê dest pê kir.

(zt)