Li Silopî cenazeyê Şervanê YPG’ê Murat bi girseyî hat sipartina axê

13:28

 


JINHA


ŞIRNEX - Cenazeyê Şervanê YPG'ê Murat Atîk (Cemal Spêrtî) ê ku di 6'ê adarê de di operasyona azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Sîlopi ya bi girsî hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Murat Atik (Cemal Spêrtî) ê ku di 6'ê adarê de di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi girseyî hate definkirin. Li gel Hevşaredarên herêma Şirnex, hevserokên û rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên herêmê, endamên MEYA-DER û Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi hezaran welatiyên li ber Mizgefta Şehîdan a li taxa Cûdî kom bûne kerwanê wesayîtan ê cenazeyê Atik bi diruşma, "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Piştî wecîbeyên olî ciwanan cenazeyê Şervanê YPG'ê Murat dan ser milênê xwe û ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de alên KCK'ê û PKK'ê, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) û Şervanê YPG'ê Murat Atik (Cemal Spêrtî) hatin hilgirtin û diruşeyên "Şehîd namirin" , "Bijî Serok Apo" , "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin berzkirin.

Piştî ku girse gihişt goristanê cenazeyê Murat bi tilîlî û dirûşmeya "Şehîd namirin" hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Qasim Yîgît axivî û sersaxî ji malbat û tevahiya gelê kurd xwest. Mele Qasim diyar kir ku hêzên YPG'ê û YPJ'ê li hemberî dijminên mirovahiyê şer dikin û wiha got: "Hêzên YPG'ê û YPJ'ê axa Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji çeteyên hov paqij dike, yên ku li hember kurdan dep û dolabên qirêj didin meşandin dê Kurdsitan ji wan re bibe goristan. Hêzên kurd bi berxwedana xwe ya li Kobanê dijminên mirovahiyê têk birin û bi vê berxwedana xwe hemû cîhan kire denydarê xwe."

Hevserokê DBP'ê Yûnûs Tûncay jî sersaxî ji gelê kurd û malbata Atik re xwest. Yûnûs got ku heya dilopek xwîn di laşê wan de be, ew dê li pey doza şehîdên xwe bimeşin. 

Bavê Murat, Mehmet Atik jî spasiya xwe ji welatiyan kir û got ku kurê wî ne şehîdê malbatê ew şehîdê hemû Kurdistanê ye.

Piştî axaftinan bi hezaran welatiyên li goristanê bi girseyê çûn serdana konê sersaxiyê yê li taxa Kobanê hatiye vedan.


(fs/zt)