4’emîn Konferansa TZP’ê hate despêkirin
12:25
JINHA
AMED – Li Amedê 4’Emîn Konferasansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) bi beşdari 200 delegasyonê hate destpêkirin. Endama Lijneya Ziman a KCD’ê Osman Ozçelîk axivî û da zanîn ku li Rojava Şoreşek pêk tê û em ve Şorêşê slav dikin. Em êşa Rojava wekî gele Bakur parve dikin. Û we êşê di xwe de hîsdikin. Erdogan ji bo keça misirê bi herdû çewan digirî,lê li kurdistanê qetlîam çêdibe dengê wî dernakeve. Em ev hestirê wî bawer nakin. Em eşa gele misrê parve dikin û piştgiriyê didin wan.
Lİ Amedê 4’Emîn Konferasansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) li Kurdistan û Turkiyê bi beşdari 200 delegasyonê hate destpêkirin.Pankantên “Mafê Perwerdehîyê Ziwanê Dayîkê Mijarê Niqaşî Nîyo” “Zİmani bo Mirova bi qasî nan av û hewayê girîng e” “Azadiya Ziman Çareseriya Netewa Demokratîk de ye” û pankarta siyasetmederên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansız,Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin. Hevseraka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hafîze îpek, Parlementerê BDP’yê Bitlisê Husamettîn Zenderlîoglu ,Endamê Komîteya Ziman ya KCD Osman Ozçelîk û Dayîkên Aşitiyê,Egîtîm-Sen,Meya-Der,DOKH jî beşdarê konferansê bûn. Ji bo kesên ku di tekoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi marşa ey raqip rêz hate girtin.
‘Ji bo masî av çi be,ji bo gelan jî ziman ew e’
Piştî rêzgirtinê Endamê TZP Rifat Ozturk axaftina destpêkê kir, Rifat da zanîn ku “li Rojava şorej tê li darxistin em ve şorêşê jî slav dikin. Û berdevama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman,“TZP Kurdî li hemberî bişaftin û asîmîlasyonê ev 7 sal in tekoşînê dide. Li tirkiyê bi sedan dibistanê tirk hene lê ji bo kurda yek dibistan tûneye. Û dibêjin em xwûşk û birane gelo ev çito xwûşk û birati ye?Divê gele kurd li hemberî dirûtiyê,bi siyasetmedarên xwe şaradarên xwe bi serok û rêveberan, sazî û dezgehên xwe ve li hemû qadan tekoşînê bide meşandin. Loma jî em dibêjin ji bo masî av çi be,ji bo gelan jî ziman ew e. Ango bê ziman jiyan nabe. Gelê kurd jî bi vê fêm û ferasete,heta ku zimanê dayîkê bi dest bixe, dê bi rihê seferberiyê têkoşîna xwe ya hebûn û rûmete bidomin e. Em hevî dikin ku ,em ê bi hevîya ev konferans bibe bingeha yekitiya gelê kurd. Azadiya zimanê kurdî azadiya gele kurd e. Azadiya Rêberê gele kurd,Azadiya zimanê Kurdi yê we ku Celadet Elî Bedirxan, dibeje,ziman zanîn e. Zanîn xwenasîn e, Xwenasîn dê ji me re Azadiyê bîne”.
‘Baweriya me bi Serokê me re heye’
Piştî axaftina vekirinê . Remzî Kaya Osman Ozçelîk û Rihan Înan, ji bo divane hatin hilbijartin.Li ser navê dîvanê Endama Lijneya Ziman a KCD’ê Osman Ozçelîk axivî û da zanîn ku li Rojava Şoreşek pêk tê û em vê Şorêşê slav dikin. Em êşa Rojava wekî gele Bakur parve dikin. Û we êşê dile xwe de hîsdikin. AKP dîsa bi lîstikên xwe dixwaze gele kurd bixapîne. Em baweriyê bi tene gele xwe dibinin. Tirkiye bi destên çeteyan erîşan li gele kurd dike. Alîkariya gele bakur ji bo gele Rojava kom dike nahêlin derbasî Rojava bibe. Erdogan ji bo keça misirê bi herdû çewan digirî,lê li kurdistanê qetlîam çêdibe dengê wî dernakeve. Em ev hestirê wî bawer nakin. Em eşa gele misrê parve dikin û piştgiriyê didin wan. Bi 14 salên birêz Abdullah Ocalan ji bo ku aşitî çêbibe tekoşîneke bê hempa dide. Lê em mêze dikin hikûmeta AKP’ê gavekî navêje dixwaze kurda bixapine. Sebra me wekî çiyayê Agiriyê mezin e , lê hêrsa me jî we ewqas mezin be.” Osman anî ziman ku hevî û baweriya me bi Serokê me re heye. Û heta dawiyê emê riya wî de bimeşin.
(ekip)

