Di roja 176’an de YPG/YPJ hat silavkirin

13:37

 


JINHA


RIHA  - Pêngava azadkirina Kantona Kobanê ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve bênavber dewam dike li Pirsûsê ya ku nobeta sînor lê berdewam dike hat silavkirin.

Li gundê Miseynter û Elîzerê ku bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê nobeta sînor lê tê girtin di roja 176’an de şervanên YPG/YPJ’ê ku operasyonên paqijiyê didomînin hat silavkirin. Bi sedan kesên li gundên Miseynter û Elîzerê hatin cem hev. Di çalakiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Dîsa çalakgeran bi dirûşme û tilîliyan dengên xwe gihandin şervanê YPG/YPJ'ê. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG, YPJ, YDG-H û KJA’yê rakirin.

(zt)