Aktîvîstên DKY’ê li hember betonê şitil çandin
13:50
JINHA
AMED – Akîtîstên DKY'ê yên di çarçoveya bernameya çalakiyên xwe de ji bo ji sazumaniya çîmeto ya her ku diçe zêde dibi re bêjin ‘bese’ li Daristana Talay Tepe şitil çandin. Jinan piştî bi sedan dar çandin notên ser navê jinên YPJ’ê heyî hildan û jinên ji bo tekoşîna ekolojî û azadiya jinan jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn.
Akîtîstên DKY'ê yên di çarçoveya bernameyên çalakiya sala 4'emîn hatin Amedê li Sumerparqê li pêşengeya "Lihevhatina Hunerê ya Kurdistanê ya Navneteweyî" geriyan. Jinên li pêşengehê geriyan pişt re li Daristana Bajar ya Talay Tepe şitilên daran çandin. Jinên bi destê xwe şitil çandin û avadan nivîs pê ve daliqandin. Piştî çandina şitilan bi endamên Komeleya Ekolojî ya Mezopotamyayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bi 5 zimanan pankarta "Jin jiyan azadî" hate vekirin û dirûşmeyên "Bijî piştevaniya jinan, "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana YPJ" hatin berzkirin. Endama Komîsyona Ekolojî ya KJA'yê Dîren Ozkan axivî û diyar kir ku qada şaredariyê weke qada daristanê cuda kirî rastî talukeyên gelek mezin re rû bi rû ye.
‘Hikumet dixwaze her derê bike beton û me bixeniqîne’
Dîren wiha got: "Hikûmet dixwaze vê qadê bike beton û me bê bêhn bihêle. Em bi salane ji van nêzîkahiya re şahidîniyê dikin." Dîren anî ziman ku dixwazin qadên jiyanên yên li Tirkiye û Kurdistanê tunebike û wiha axivî: "Li Deryaya Reş berxwedana HES'ê, Gezi, Hevsel û ODTU serhildana li hemberî êrîşan e. Projeya salek berê ya Geliyê Dîcleyê mînaka vê yêkê ye. Dixwazin bi vê yêkê bîrên me taxrîp bikin. Lê em dê li hemberî van projeyan bertekên xwe yên demokratîk bidomînin. Em destûrê nadin projeyên hilweşandinê."
(zt)

