Meşvanên hatin asteng kirin dê li Dihokê daxuyanî bidin

14:14

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku xwestin 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê ligel jinên Êzdî, YBŞ Şengal û gêrîllayên YJA Starê pîroz bikin, rastî astengiyên asayîşa PDK’ê hatin û destûr nehat dayîn ku derbasî Şengalê bibin. Jinan biryar girtin ku li pêşiya walîtiya Dihokê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê


Meşa jinan a bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) roja 6’ê Adarê ji Silêmaniyê destpê kirî, li Kerkûk, Hewlêr û Dihokê berdewam kir. Îro berî ku jin bigihin Şengalê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin rawestandin. Jin li xala kontrolê ya li Dêrebûnê hatin rawestin. Jin ji saetên sibehê ve li xala kontrolê ya Dêrebûnê ya girêdayî Sêmalka tên rawestandin. Jinan li hemberî helwestên keyfî nerazîbûn nîşan dan û çalakiya rûniştinê lidarxistin. Piştî nerazîbûnên jinan, hêzên asayîşa êrişî jinan kirin.


Tevî hemû hewldanan jinan nekarî derbasî Şengalê bibin û neçar bûn vegerin Dihokê. Jin wê li Dihokê li pêşiya walîtiya Dihokê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Tê payîn ku di nava demek kin de jin bigihin Dihokê û bi daxuyaniyek çapemeniyê helwesta asayîşê şermezar bikin.


(zt)