Dê starta Newrozê li gundê Etmanekê bê dayîn

16:37

 


JINHA


RIHA - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Pirsûsê bang li hemû welatiyan kir ku tevlî Newroz dê di 17'ê adarê de li gundê Etmanekê ya sînorê Kobanê pêk bê bikin kir.

Starta pîrozbahiyên Newroz îsal dê li sînorê Kobanê bê dayîn. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Pirsûsê, endamê meclîsa Şaredariya Pirsûsê û endamên Komîteya Amedekar a Newrozê têkildarî pîrozbahiya Newrozê li avahiya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Komîteya Amedekar a Newrozê Îbrahîm Ugurlu diyar kir ku ew dê di 17'ê adarê de li gundê Etemanek ê ku li hemberî taxa Kaniya Kurdan a Kobanê Newrozê pîroz bikin. Îbrahîm anî ziman ku nûnerên kantonên Rojava, parlemeterên HDP'ê, hevşaredarên herêm, heyetên derveyî welat, Başûrê Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kesên din dê tevlî pîrozbahiyê bibin û wiha got: "Em dê bi çoşa serkeftina bi Arîn Mîrkanan, Suphî Nejatan, Kader Ortakayayan û gelek şahîdên li gundê Etmanekê Newrozê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin tevlî vê coşê bibin."

Îbrahîm da zanîn ku piştî Newroza Amedê dê Newroza herî bi coş li sînorê Kobanê pîroz bikin.

(zt)