Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Nûrgul û Nejat anîn Pirsûsê

18:08

 


JINHA


RIHA - Cenazeyên şervana YPJ’ê Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) û şervanê YPG’ê Nejat Çelîk (Reşît Serdar) ên di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Pirsûsê.

Li Kobanê di operasyona paqijkirinê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê de 28’ê Çileyê li gundê Gurmîk şervana YPJ’ê Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç), 1’ê Adarê li gundê Çelebî şervanê YPG’ê Nejat Çelîk (Reşît Serdar) jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên şervanan di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar (Kobanê Serxet) re ji aliyê rayedarên kantonê ve radestî malbatan û rêveberên MEYA-DER'ê hatin kirin. Cenazeyên ku anîn Nexweşxaneya Dewleta ya Pirsûsê piştî karûbarên li wir wê bişînin Saziya Tiba Edlî ya Riha.

Piştî otopsiyê cenazeyê şervana YPJ’ê Nûrgul wê li gundê Mêşik ê Pirsûsê, cenazeyê şervanê YPG’ê Nejat li gundê Ewliya yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê defnkirin.

(zt)