Ji bo Xebatek hevpar KJA
09:52
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED- Jinên ku dibin banê KJA yê de gihane hev lez dan xebatên xwe yên modela nû. Ji Koordinasyona KJA yê Yuksel Baran sedemên guhertin û gerdunîbûna KJA yê nirxand û wiha got: “Dê KJA xwe li ser meclisên komunan bi rêxistin bike.”
Di 31-1’ê Sibatê de Tevgera jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê kongreya xwe li darxist û piştî kongreyê biriyara dibin banê Kongreya Jinên Azad (KJA) yê de xwe rêxistinkirinê dan. Girêdayî modela nû Endama Koordinasyona KJA yê Yuksel Baran nirxandin kir û wiha got: “Dê jin li hemberî hişmendiya moderniteya kaputalista ya deshilatdar ya dewletê dibin banê rêxistina konfederal de ji bo hemû gelên Mezobotamya yên xwediyê çand, bawerî û kevneşopiyên civaki yên cuda bi awayê vîna cewherî û rêveberiya cewherî xwe bi rêxistin bikin.”
‘KJA civaka ekolojîk armanc dike’
Yuksel diyar kir ku KJA armanc dike ku îdeolojiya jina azad civakî bike, pêşengiyê ji avakirina netewa demokratîk û pêşdebirina jiyana komunalê re kirinê û wiha domand: “Dê KJA li hember deshilatiya mêran ya zayendî parêz û şidetkar tekoşînê bike.”
‘Emê li hember binpêkirinên mafan parastina cewheri ya jinê avabikin’
Yuksel wiha berdewamî da axaftina xwe: “KJA li aliyekê di pêvajoya muzakereyan de rêveberiya wekhev û li aliyê dinê jî li hember binpêkirinên mafan parastina cewheriya jinan pêşdixe.” Yuksel bilêv kir ku KJA li hember deshilatiya cudaxwaz mafê hemû jinan diparêze û wiha dom kir: “Dê KJA xwe li ser meclisên komunan bi rêxistin bike. Dê din ava meclisên komunê û taxan de rêveberên xwe hilbijêrin. Weke hêza jinê dê despêkê xwe din ava meclisan de bi rêxistin bike û wiha beşdarî siyasetê bibe. Ji bo pêdiviyên netewa demokratîk dê komusyonê bên avakirin.”
‘Di pêvajoya avakirina Kobanê de KJA rol bigire’
Yuksel girêdayî rêxistin kirin û sazîkirina KJA yê jî wiha axivî: “Ji bo zêdetir bi rêxistin kirin û bilindkirina tekoşîna jinan di kongrê de me gelek biriyar girtin. Me biriyar girt ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ya di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de gelek ziyan dîtiye hemû jin bi awayê zindî rol bigirin. Di demek nêz de dê hevalên me yên di komusyonê de cîh digirin bi rêveberên Kantona Kobanê re hevdîtin bikin. Di avakirina Kobanê de dê jin rolê giring bigirin.”
Yuksel anî ziman ku ji bo ew li gel jinên Tirkiyê, Rojhilata Navîn û tevahiya Cîhanê din ava tekoşînek hevpar debin wan pêdivî bi rêxistinkirinek wiha berfireh dîtine û wiha domand: “KJA ji bo hemû jinên xwediyê çand, bawerî, pîşe û jiyanên cuda yên ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn xwe bi rêxistin dike. Ji bo ku ji jinên li Tirkiyê re jî bibe bersiv û hêza jinê derxe asta herî bilind qada tekoşîna xwe mezin dike. Emê hêza cewheriya jinê derxin pêş. Emê xwe bigihînin hemû jinan û hemû astengiyên li pêşiya xweseriyên jinan rakin.”
(zt)

