'Birîndaran bi seatan li ber deriyê sînor radiwestînin'

10:04

 




JINHA


KOBANÊ - Li Kobanê ji çar nexweşxaneyan yek tenê xizmetê dide û ew jî di nava bêdefetiyê de hewl dide xizmetê bide. Doktor Miheme Emîr Elî got ku ji ber bêderfetiyê birîndar li ber çavên wan jiyana xwe ji dest didin û wiha got: "Birîndaran bi seatan li ber deriyê sînor didin rawestandin û ji ber vê yekê gelek birîndar li ber çavên me şehîd ketin."

Pêngava Azadkirina Kobanê ya ji hêla şervanên YPG/YPJ'ê hatiye destpêkirin bi hemû hêza xwe didome û derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin. Berxwedêrên navenda bajarê Kobanê bi temamî azad kirin hemÛ pêdiviyên welatiyan jî bi cih tînin. Ji van pêdiviyan yek jê alîkariya tenduristî ye. Li navenda Kobanê niha kesên ku di nava şer de an jî bi mayinan birîndar bûne di şert û mercên giran de tedawî dibin. Hin kes jî hene ku ji ber derfetên nexweşxanê tune ye nikarin tedawî bibin an bi zor û zehmetiyan derbasî bakurê Kurdistanê tên kirin. Lewre li navenda Kobanê ji çar nexweşxaneyan tenê yek xizmetê dide. Doktorê nexweşxaneyê Dr. Miheme Emîr Elî der barê rewşa nexweşxaneyê de agahî da. Dr. Miheme got ku ji ber bêderfetiyê hin şervanên birîndar jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku divê kesên pispor ji bo alîkariya tenduristiyê bên Kobanê. Dr. Miheme ev tişt anî ziman:’’ Ez ji beriya şer heta niha li vir im. Destpêkê me pir zehmetî kişand. Wekî hûn jî dizanin DAÎŞ'ê bi tank û topên xwe êrîşî Kobanê kirin. Me pêşiyê ji bo birîndaran odekî tenê amade kiribû û heta ji destê me dihat em li cihên dûrî şer bi cîh dibûn. Lê dîsa jî cihek ku êrîş lê nehatiba kirin nemabû ji ber hawanên ku dihatin avêtin me 3 caran cih guherand. Ji aliyê dermanan jî kêmanî pir hebûn, doktor û kesên pispor tune bûn. Ev kêmasîyên hat jiyîn mixabin hê jî didomin.’’ 

‘Birîndaran bi seatan li ber derî dihêlin’

Dr. Miheme anî ziman ku ew pisporê dahiliyê ye lê ji ber ku bijişk tuneye li nexweşiyên cerahî jî dinêre û wiha pê de çû: "Birîndarên me pir in û ji ber bêderfetiyê em wan dişînin Bakur lê bi seatan em li benda derbaskirina ji deriyê sînor dimînin. Heta tên derbaskirin rewşa wan girantir dibe û bi vî awayî gelek birÎndar li ber çavên me şehîd ketin. Niha li gorî berê şer sivik bûye lê kesên heremê zêde bûne, her roj bi hezaran kes vedigerin. Li gundan şer hêj didome û ligel vê yekê jî hejmara me ya doktoran wek berê ye. Em 3-4 kes dixebitin."

'Tenê nexweşxaneyek heye'

Dr. Miheme di dawiya axaftina xwe de ev bang li her kesî kir: "Belê alîkarî car caran tê lê pêwistiyên me pêşwazî nake. Ji ber derman kêm e em li gorî dozaja ku pêwîst dike em bidin birîndarekî em nikarin bidin, kêm didinê. Derfêtên me yên emeliyatê tune ye, cîhazên destê me de têrî emeliyatek giran nake û hin rojan 7-8 birîndar bi hev re tên. Nexweşxane yek tenê ye. Pêwîstî bi nexweşxaneyek mezin re heye. Em dîsa bangawazî dikin ku kesên di beşa xwe de pispore bila werin peywira xwe li vir bi kar bînin. Bi taybetî jî pêwîstî bi beşa ortopedî û cerrahîiyê pir heye. Hemşîre û kesên di vî alî de pispor in bila werin xizmetê ji vî bajarî re bikin.’’

‘Hemşîreyên li Bakur dimînin bila vegerin’

Hemşîreya nexweşxaneyê Zozan Ebdî ya ji Kobanê ye da zanîn ku bi hatina koçberan hejmara bajar zêde dibe û got ku nexweşxaneyek tenê têrî xizmetê nake. Zozan ev tişt anî ziman: "Ev 2 meh in ez li vir im. Ji bo dermankirina birîndaran hatime vir, li rewşên lezginî dinêrim. Ji ber ku hejmara me kêm e em serê sibê heta êvarê dixebitin. Em ji vê rewşê ne bi gazinc in lê ji ber ku doktor û hemşîre kêm in rewşa birîndaran dikeve xeteriyê. Em dixwazin ewilî hemşîreyên Kobanê ku niha li bakurê Kurdistanê dimînin bila werin vir. Ji bilî wê kesên dilxwaz, mirovhez jî bila tiştên ku ji destê wan tê bikin." Zozan anî ziman ku bi hatina havînê re nexweşî jî zêde dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi hatina havînê re dê nexweşî jî zêde bibe û nexweşxaneya vir ne gengaze ku bigihêje ewqas kesî. Lewre kêmasiya dermanan pir e. Daxwaziya me alîkarî bila tenê di gotinan de nemîne û çi ji destê kê tê bila bike."

‘Peywira herî pîroz xizmeta birîndaran e’ 

Welatiya nexweş Evdo Cido got ku xizmeta herî pîroz xizmeta birîndaran e û wiha axivî: "Em û hemû kes jî dizane ku kêmasiyê vir pir in. Doktor kêm in, derman kêm in, derfet tune ye. Ji hemû kesan daxwaza me eger dilsozê vê berxwedanê û welatê ne divê pêşî alîkariya vir bikin. Kesên dikarin xizmetê bikin ên ji mirovhez dikin, divê werin vir. Kesên li hemberî hemû bêderfetiyê xizmetê dikin. Tiştên ji destê wan tê dikin lê derfet kêm in, alîkarî divê were kirin. Divê her kes baş zanibe xizmeta herî pîroz û mirovî xizmeta birîndaran e.’’

(ch-nç/zt)