Li Kobanê ji bo zarokan xebatên perwerdehiyê dest pê kirin
10:07
JINHA
KOBANÊ - Piştî şervanên YPG/YPJ'ê Kobanê azad kir yekemîn dibistana di bin pêşengiya 10 mamosteya hate vekirin. Ji mamosteyên dibistana kurd û 250 xwendekarên wê heyî Ruken Muhammed diyar kir ku ligel derfetên kêm hewil didin perwerdehiyê didin û wiha got: "Ji bo zarokên Kobanê bi psîkolojiya şer na bi perwerdehiya pêvîst mezin bibin em li benda hemû alîkariyên sazî û dezehan in."
Piştî şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedanekî bêhempa nîşan dan û Kobanê ji çeteyan paqij kir û pişt re bi hezaran welatî vegeriyan bajar. Hemû hewcehiyên welatiyên vegeriyan bi awayekî komunal tên dîtin û welatî bi derfetên kêm hewil didin li bajar jiyana xwe bidomînin. Piştî vegera welatiyan xebatên perwerdehiyê ji aliyê dildaran ve hatin destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de li bajar bi hewildanan 10 mamosteyan ji bo zarokên dibistan hat vekirin. Meterayalên perwerdehiyê yên dibistanê jî melzemeyên berî êrîşê ne.
Dewreya 250 zarok dest pê kir
Perwerdehiya li Dibistana Seratayî ya Şehîd Osman a ji 250 xwendekaran re tê dayîn di hefteya duyemîn de ye û ji du dewreyan pêk tê. Xwendekarên ji 7 saliyê heya 10 saliyê serê sibê yên 11-15 salî jî piştî nîvrok tên dibistanê. Xwendekarên serê sibê tên dibistanê li ser mijarên jiyan, hawirdor, matematîk, beden û mûzîkê perwerdehiyê dibînin. Xwendekarên piştî nîvro jî tên ligel kurd perwerdehiya erebî û îngîlîzî dibînin.
Mamosteya bi navê Ruken Muhammed diyar kir ku hemû saziyên perwerdehiyê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de xirabû û wiha got: "Ji bo zarokan ji ber şer bi bandor bûn çareke din jiyana xwe bidomînin û perwerdehiya navber jê re hatî dayîn careke din bidomînin me dibistan vekir." Muhammed anî ziman ku bi derfetên gelek kêm perwerdehiyê didin û wiha aixîv: "Meterayalên di destê me de gelek kêm dimînin. Divê hemû sazî û dezgeh piştgiriyê bidin me."
(zt)

