Di mala ji kalê wê maye de ap û bi sedan rêhevalên wî dijîn

10:15

 


JINHA


RIHA  – Bêrîtan Aslantekîn (12) ji bo mala ku li gundê Miseynterê ya Pirsûsê ji kalê wê maye wekî Muzeya Arîn Mîrkan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya tê bikaranîn kêfxweşiya xwe bi gotinên “Ez şehîdên ku wêneyên wan hene û ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine ve ser bilind im” anî ziman. 

Li gundên serxetê yên bi berxwedana Kobanê re di jiyana wan de guhertinên bingehîn pêk hat û van guhertinan di jiyana rojane de mirov daire bibîne. Li gundê Miseynterê ya ku li herêmê ku tekane pirtûkxane û muzeya heye jî mînaka herî baş a van guhertinan e. Bi hezaran kesên ku ji bo tevli nobeta berxwedanê bibin û di xebatên înşayê de cih bigirin bi keda xwe ve pirtûkxane û muze ava kirin û ev şopên rojên dîrokî di nav axwe de dihewîne. 

‘Piştî çend salan min apê xwe ji wêneyên wî nas kir’


Berîtan Aslantekîn a li gundê Miseynterê ya bi ser Pirsûsê dijî mala ku ji kalê wê Xelîl Kiliç maye bû Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Muzeya Arîn Mîrkan li vir apê wê û bi sedan şehîd hene kêfxweşiya xwe tîne ziman. Bêrîtan Aslantekînê diyar kir ku beriya 23 salan apê wê Emîn Aslantekîn ê bi 7 hevalên xwe ve di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da j îli Muzeya Şehîdgeha Arîn Mîrkan de ye û wiha berdewam kir: “Piştî çend salan min apê xwe ji wêneyên wî nas kir. Li vir di nava evqas ehvalên wî de dîtina w îmin kêfxweş kir. Ez şehîdên ku li vir wêneyên wan hene û ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine ve serbilind im. Evqas mirovan ji bo ax, heval û Kobanê canê xwe dan. Ji bo ku mirov careke din vegerin axa xwe têkoşiyan.”

Bêrîtana biçûk anî ziman ku ev mala ku kalê wî bi salan jiyaye niha bûye ciheke ku kesên ji bo têkoşîna bi rûmet bûne nemir ew pir kêfxweş kiriye û bi gotina “Ez ji bo hemû kesên ku bi fikr û keda xwe ve ked dane vê derê spasiyên xwe pêşkêş dikim” axaftina xwe bi dawî kir.

(zt)