Ji şervanên YJA Star û YPJ Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê ya hevbeş
10:39
Rojin Deniz-Sara Xwinda/JINHA
ŞENGAL – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê şervanên YJA Star û YPJ- Şengal bi hev re pîrozbahî kirin. Di pîrozbahiyê de Fermandara YJA Starê Sema Eylul axivî. Sema diyar kir ku heya Şengal, jinên girtîgihan û hemû jin azad nebin ewê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Li Çiyanên Şengalê îsal çalakiyên 8’ê Adarê cuda hatin pîroz kirin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê şervanên YJA Star û YPJ- Şengal bi hev re pîrozbahî kirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê şervanên jin ve hatî amadekirin ji aliyê jinên Şengalê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane û li Çiyayê Şengalê de xwe parastine ve rastî eleqeyek mezin hat. Beriya pîrozbahiyê şervanên jin û jinên Şengali yên di Kampên Çiyayê Şengalê de dijîn bi hev re din ava çiya de meşiyan. Piştî meşê pîrozbahiyê despêkir. Di despêka pîrozbahiyê de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo 8’ê Adarê şandî hat xwendin. Demdirê jinan li ser lingan bi çepikan silogan avêtin. Bi şanoyên hatîn nîşandan û govenda hat gerandin jinan bi kelecan 8’ê Adarê pîroz kirin. Şervanên jin dan zanîn ku cara yekeme li Çiyayê Şengalê 8’ê Adarê wiha bi coş tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Fermandara YJA Starê Sema Eylul axaftinek kin kir.
‘Emê dest ji tekoşînê bernedin’
Sema wiha got: “Ev roj despêkê li Rêber Apo, hemû jinên kurd, hevalên me yên di çeperên berxwedanê de şer dikin û hemû jinên cîhanê pîroz be. Weke Rêbertiyê gotî ne tenê 8’ê Adarê emê hemû rojan bikin rojên jinan. Dema ku em hatin Şengalê me soza heya dawiyê emê jinan bi parêzin dan, em wê soza xwe dubare dikin. Heta Şengal, jinên di girtîgehan de û hemû jin azad nebe emê tekoşînê bilind bikin û dest ji dozê bernedin.”
Pîrozbahî bi gerandina govendê bidawî bû.
(zt)

