Ji bo Kobanê silava roja 177'an

12:56

 


JINHA


RIHA -Li gundên berxwedanê yên Pirsûsê, ku wê di 17'ê Adarê de mezintirîn pîrozbahiya Newrozê ya herêmê lê bê lidarxistin, di roja 177’an a berxwedanê de şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin.


Li ser sînorê Kobanê ya azad, wê starta pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bê dayîn. Amadekariyên ji bo mezintirîn pîrozbahiya li vê herêmê dewam dikin. Li gundên Miseynter û Elîzerê, di roja 177’an a berxwedana Kobanê de, nobedaran berxwedêr silav kirin. Çalakgeran berê xwe dan Kobanê, bi destê hev girtin û piştî deqeyeke rêzgirtinê bi qîrîna dirûşmên ji bo YPG û YPJ'ê, berxwedêr silav kirin.


(zt)