Jinan cenazeyê şervana YPJ'ê Nûrgul oxir kirin
13:10
JINHA
RIHA - Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) a ku di 28’ê çileyê li gundê Gurmîkê jiyana xwe ji dest da li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji hêla hezaran kesÎ ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) a ku di 28’ê çileyê di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Gurmîkê yê Kobanê jiyana xwe ji dest da duh piştî li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate wergirtin û karên otopsiyê anîbûn Rihayê. Piştî otopsiyê cenazeyê Kûytû serê sibê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Nûrgul ji aliyê Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, rêveberên HDP, DBP, hevşaredarên Pirsûsê di nav de hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Nûrgul ji aliyê jinan ve ji nexweşxanê hate girtin û li ser milan kirin û bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Nûrgul Kûytû (Rojîn Sûrûç) û bi dirûşmeyên, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîn e", "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vir e" , "YPJ/YPG" û "Bijî berxwadana Kobanê" ber bi Goristana Şehîdan ve meşiyan.
'Keça min li Kobanê ji bo mirovahiyê têkoşiya'
Piştî nimêjê cenazeyê Nûrgul ji aliyê jinan ve hate definkirin û piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat. Ewilî berdevka Dayikên Aştiyê Zelîxa Ozkan axivî û got ku serê wan her tim bi şehîdên wan bilind e tu carî ji ala wan danaynin. Dayika Nûrgul Xedra Kûytû jî diyar kir ku keça wê li Kobanê ji bo mirovahiyê têkoşîn kir û wiha axivî: "Keça min êdî bû keça Kurdistanê. Ne şehîda me tenê ye. Serê min bi wê bilind e. Serê Kurdistan, Rêberê Apo û rêhevalên wê sax be. Ez spasiya xwe li hemû kesên xwedî li şehîd derketin dikim."
Girsê piştî axaftinan ji goristanê heta sûkê meşiyan.
(kom/zt)

