KJK: Di 8’ê Adarê de li cîhanê azadiya jinê weke pêla lêhiyê herikî

14:33

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyek nivîskî  hemû çalakiyên 8’ê Adarê yên ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Em jina li Kobanê li ber xwe dide xwe rêxistin bikin’ pêk hat silav kir û got: “Di 8’ê Adara ku roja berxwedana mezin û serhildana jinê ye, jinên li her çar parçeyên cîhanê ji bo azadiyê rabûn ser piyan ji Cizîrê heta Arjantînê, ji Pakîstanê heta Stenbolê, ji Amedê heta Îtalyayê, ji Qamişlo heta Rûsyayê, ji Sîneyê heta Ermentîstanê, ji Silêmaniyê heta Hîndîstanê, ji Şengalê heta Bangladeşê, ji Kobanê heta Parîsê wek pêla lehiyê herikîn. Her herikîn xwedî reng û dengekî bû.”


Koordînasyona Koma Jinên Kurdistan (KJK) ê bi daxuyaniyek nivîskî  hemû çalakiyên 8’ê Adarê yên ji 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Em jina li Kobanê li ber xwe dide xwe rêxistin bikin’ pêk hat silav kir. Di daxuyaniyê wiha hate gotin: “Di 8’ê Adara ku roja berxwedana mezin û serhildana jinê ye, jinên li her çar parçeyên cîhanê ji bo azadiyê rabûn ser piyan ji Cizîrê heta Arjantînê, ji Pakîstanê heta Stenbolê, ji Amedê heta Îtalyayê, ji Qamişlo heta Rûsyayê, ji Sîneyê heta Ermentîstanê, ji Silêmaniyê heta Hîndîstanê, ji Şengalê heta Bangladeşê, ji Kobanê heta Parîsê wek pêla lehiyê herikîn. Her herikîn xwedî reng û dengekî bû. Ev sekna bi heybet ya jinan sekna azadîxwaz û demokratîk a li  paradîgmaya  dewletparêz, desthilatdarî û mêr bû. Ev hêz û rêxistinbûna xurt li ser esasê xeta berxwedana jina azad de hêza avaakirina terza bi rayeya neteweya demokratîk û rêxistinbûnê ye.


‘Divê li her qadên jiyanê parastina cewherî bê pêşxistin’


Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi çalakiyên berxwedana 8’ê Adarê re di şexsê jinên Kurd de, careke din hat fêmkirin ku di serhildana Rojhilata Navîn û cîhanê de cihê jinê çiqas girînge û hêza berxwedêr û çalakger ya civakê jin e. Meşa Jinan a Cîhanê li Nisêbînê destpê kir û bi pêşketina bi heybet a hevpar û piştevaniya jinê li Amedê tacîdar bûye.  Jinên cîhanê bi jinên herêmî re aniye cem hev û di têkoşîna azadiya jinê de biryarbûna hevparbûn û rêxistinbûnê xurt kiriye.”


Jina şoreşgera entarnasyonalist Îvana hat bîranîn


Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di roja 8’ê Adarê de jî li dijî jinan êrîş pêk hatine. Em di serî de êrîşên faşîzan ên li Yozgat û Edeneyê pêş ketine şermezar dikin. Jin li dijî şîdeta mêr û terora mêr divê di her qada jiyanê de parastina xwe ya cewherî pêş bixe û helwesta têkoşîn û rêxistinbûnê her dem bikin.


Rojava bi helwesta xwe ya li dij dewletparêzî, desthilatdarî û zayendperestiyê têkoşîneke mezin meşand bi şoreşa jinê, bi hemû heybeta xwe bi çalakiyên xwe danîne holê. Berxwedana bi pêşengiya YPJ’ê pêş ketiye bi şehîdên me yên 8’ê Adarê berdewam kiriye. Jin Jiyan û şervana MLKP’ê Avaşîn Têkoşîn Guneş (Ivana Hobbman) şehîdên me yên 8’ê Adarê ne. Ev hevalên me yên ku di 8’ê Adarê de li mewziyan li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan hêz û îradeya bêhempa ya berxwedanê danîne holê. Ev sekn sekna jina azad e, ev sekn sekna jina demî ye. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin û têkoşîna azadiya jinê billind bikin.”


(zt)