Li Slopiya Akademiya Siyasetê hat vekirin

15:12

 


JINHA


ŞIRNEX - Li Silopî Akademiya Siyasetê ya DBP'ê hat vekirin û dewreya perwerdehiyê ya yekemîn a Dayîka Uveyş ku ji 25 kesan pêk tê dest bi perwerdeyê kir.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê Akademiya Siyasetê ya DBP'ê hat vekirin û dewreya perwerdehiyê ya yekemîn a Dayîka Uveyş ku ji 25 kesan pêk tê hat destpekirin. Adakemiya ku avahiya wê li taxa Cûdî li gel rêveber û xwendekarên akademiyê bi beşdarbûna Hevşaredarê Silopî Seyfettîn Aydemîr, hevserok û rêveberên HDP'ê û DBP'ê, gelek endamên Saziyên Civaka Sivîl û welatiyan hat vekirin. Rêvebera akademiyê Bîşeng Mete axivî û got ku ew dê bi perwerda li akademiyê ji bo civakek nû bibin pêşeng û bi vê armancê tevbigerin. Hevserokê DBP'ê Yûnûs Tûncay jî vekirina akademiyê pîroz kir. 

Dewreya Dayîka Uveyş dest bi waneya xwe ya yekemîn kir.

(ma/zt)